Diyarname
Li bajarê Xoy ê rojhilatê Kurdistanê nava rojê saet dor 15.30 bi meziniya 5.3 erdhej çêbû. Erdhej li Ûmriye, Tebrîz û her wiha li Wanê jî hat hîskirin.
Roja 28'ê reşemiyê li Xoyê dîsa erdhej çêbûbû, bi meziniya 5.9 bû. Di wê erdhejê de 7 kes miribûn, 397 kes birîndar bûbûn.
Li ser erdheja îro hê agahiyên berfireh nehatine belavkirin.
Li Helebçeyê erdhej çêbû
Vê êvarê jî saet dor 21.30 de di navbera Helebçe û bajarê Pawe de bi meziniya 5'an erdehj çêbû.
Hat gotin ku erdhej di kûrahiya 10 kîlometre de çêbûye.
Gele Helebçeyê ji ber tirsê derketine derve.