Diyarname
Rojnameya bi kurdî ya heftene Xwebûn bi hejmara xwe ya nû ya 202'yan (30 kewçêr-5mijdar) li pêşberî xwendevanên xwe ye. Di vê hejmarê de rojnameger Kadri Esen ligel Hevserokê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan hevpeyvîn çêkiriye. Bakirhan li ser zimanê kurdî bang li partiyên kurdan kiriye û gotiye: “Peywira pêşxistina ziman û nasnameya kurdî ne tenê peywira partiya me ye. Em bang li hemû sazî, dezgeh û partiyên kurd dikin, werin em stratejiyeke hevpar ava bikin.”
Di rojnameyê de nûçeya li ser Rojhilata Navîn ku navenda wê li ser şerê Îsraîl û Filistînê ye jî derketiye pêş."Berxwedana Sedsalmê: Kobanî" jî yek ji nûçeyên din e ku derketiye pêş.
Qunciknivîskarên rojnameyê Adar Gulan, Încî Egîd, Sîyamend Sîpan, Ramazan Olçen, Felemez Ulug, Cemil Oguz, Feyzî Mîrhesen, Roza Metîna,
Ji bo têkilî û abonetiyê: 0541 806 8485