logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Li Festîvala Stenbolê fîlmên kurdî bi ser ketin

  • Dîrok: 18/04/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

42'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di şevê de derhênerên kurd bi ser ketin. Fîlmê derhênera kurd Ayşe Polat "Kor Noktada" mohra xwe li şevê de. Xelata Fîlmê Herî Serketî, Senaryoya Herî Serketî jî di nav de 4 xelat girtin. Derhêner Aram Dildar jî bi fîlmê xwe "Navnîşan" xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girt. Lîstikvana kurt Şenay Aydin jî ligel hevalên xwe yên heman fîlmî "Ayna Ayna" Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.

XELAT DIYARÎ DAYIKÊN ŞEMIYÊ KIR

Merasima xelatdayînê li Soho House li dar ket. Dîrektorê Festîvalê Kerem Ayan şev bi rê ve bir. Ayan bi gotina "Gelek eleqe hebû, loma jî em kêfxweş in" dest pê kir û derbassî xelatan bû. Fîlmê derhêner Ayşe Polat mohra xwe li şevê da. Polat xelata Fîlmê Herî Serketî, Senaryoya Herî Serketî girt. Polata ku li Almanyayê dijî, di dema girtina xelata senaryoyê de qala mayîna xwe ya li Stenbolê kir û got, "Ez demek li vir mam. Min Dayikên Şemiyê dîtin. Di dema nivîsandina senaryoyê de min îlham ji Dayikên Şemiyê girt. Loma jî ez vê xelatê diyarî Dayikên Şemiyê dikim."

Ji derhênerên kurd Aram Dildar bi kurtefîlmê xwe "Navnîşan" li festîvalê Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girt. Dildar ku di kurtefîlmî de qala guherandina navên gundan dike got, "Em Tirkiyeyeke nû, welatek nû xeyal dikin, em hêvî dikin dê çêbe."

'BERPIRSÊN ERDHEJÊ BILA BÊN CEZAKIRIN'

Derhêner Fikret Reyhan bi fîlMê xwe "Cam Perde" xelata Juriyê ya Taybet a Onat Kutlar girt. Reyhan dema xelatgirtinê de got, "Ez dixwazin vê xelatê diyarî kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane bikim. Ez dixwazim berpirsên erdhejê bêne cezakirin. Di dema erdhejê de ez li Hatayê bûm. Min erdhej ji bîr nekir, ji kerema xwe re hûn jî ji bîr nekin."

Di şevê de qala parastina Mithat Alan Film Merkezi hat kirin, piştgirî ji bo berxwedana Zanîngeha Bogazîçî, dîsa hêvî û daxwazên guherîna Tirkiyeyê hatin ziman.

Li aliyê din Alper Cankaya (bi rola di Cam Perde de) Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girti. Şenay Aydin ku ew jî kurd de bi rola di fîlmê "Ayna ayna" de ligel hevkarên xwe Manolya Maya û Laçin Ceylanê Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt. Her wiha derhênera Ayna Aynayê Belmin Soylemez jî Xelata Derhênera Herî Serketî girt.

Va ne hemû xelatên hatin belavkirin:

PÊŞBAZIYA NETEWEYÎ LALEYA ZÊRÎN:

- Fîlmê Herî Serketî: Kor Noktada / Derhêner Ayşe Polat

- Xelata Juriyê ya Taybet a Onat Kutlar: Cam Perde / Derhêner Fikret Reyhan

- Xelata Mansiyonê: Sanki Her şey Biraz Felaket / Derhêner Umut Subaşi

- Derhênerê/a Herî Serketi: Belmin Soylemez (Ayna Ayna)

- Lîstikvanê Herî Serketî: Alper Çankaya (Bi rola di Cam Perde de) 

- Lîstikvana Herî Serketî: Manolya Maya, Şenay Aydin, Laçin Ceylan (Bi rola di Ayna Ayna de)

- Senaryoya Herî Serketî: Ayşe Polat (Kor Noktada) 

- Xelata Seyfî Teoman a ji bo Fîlmê Pêşî: Bars / Orçun Koksal

- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Bariş Aygen (Bir Tutam Karanfil)

- Derhênerê/a Hunerê yê/a Herî Serketî: Meral Efe Yurtseven, Emre Yurtseven (Iguana Tokyo)

- Vesakirina Herî Serketî: Serhad Mutlu, Jorg Volkmar (Kor Noktada)

- Muzîka Xweser a Herî Serketî: Kazuya Nagaya, Sound Walk Collective (Iguana Tokyo)

- Xelata Fipresci: Kor Noktada / Ayşe Polat

PÊŞBAZIYA NAVNETEWEYÎ LALEYA ZERÎN:

- Fîlmê Herî Serketî: WORLD WAR III (Şerê Cîhanê yê Sêyemîn) / Derhêner Houman Seyedi

- Xelata Taybet a Juriyê: PAMFIR / Derhêner Dmytro Sukholytkyy-Sobchuk

- Xelata Mansiyonê: ATLANTIC BAR/ Derhêner Fanny Molins

- Xelata FIPRESCI: Next Sohee (Keça di rêzê de) / Derhêner July Jung

PÊŞBAZIYA BELGEFÎLMAN A NETEWEYÎ

-  Belgefîlmê Herî Serketî: Boşlukta / Derhêner Somnur Vardar

- Xelata Mansiyonê: Duet / Derhêner İdil Akkuş, Ekin İlkbag

PÊŞBAZIYA KURTEFÎLMAN A NETEWEYÎ:

- Kurtefîlmê Herî Serketî: Navnîşan / Derhêner Aram Dildar

- Xelata Mansiyonê: THE SYRIAN COSMONAUT (Kozmonotê ji Sûriyeyê) / Derhêner Charles Emir Richards

- Xelata Fipresci: 8 Mart 2020: Bir Gunce / Derhener Firat Yucel

XELATA CIWANÊN HOSTE

- Xelata Juriya Ciwanên Hoste: SAFE PLACE / Derhêner Juraj Lerotic


Derhêner Aram Dildar (yê li navê) bi kurtefîlmê xwe Navnîşan xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girt.


Derhêner Belmîn Soylemez bi fîlmê xwe "Ayna Ayna" bi ser ket


Lîstikvan Şenay Aydin (ya li milê çepê) ligel hevala xwe Manolya Maya û Laçin Ceylanê (
ji ber kar nehat merasimê) xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.

 

 Derhêner Ayşe Polat xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir. 

 

**

 Nûçeyên Eleqedar: 

- Xwediya Nobelê Ernaux: 'Em nivîskar gere em bîrek ava bikin' 

- Niha dor dora fîlmên derhênerên kurd e 

- Ji qada navneteweyî 9 belgefîlmên festîvalê 

- Bername eşkere bû: Festîval bi ser 150 re fîlman pêşkêş dike 

- Serketiyên Berlînaleyê tên Stenbolê

- Fîlmên William Friedkin tên Stenbolê 

- Ewê serketiyê Xelata Seyfi Teoman diyar bikin 

- 'İntikam Melegi – Kadin Hamlet' tê nûkirin 

- Xelatgirên Xelata Rûmetê ya Sînemayê diyar bûn 

- Juriya Pêşbaziya Neteweyî û Pêşbaziya Seyfi Teoman diyar bû  

- Ewê belgefîlman hilbijêrin 

- Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû 

- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e     

 

 

***


Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

***
 

- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname… 
- Malper: 
http://diyarname.com 
- Twitter: 
https://twitter.com/diyarname1 
- Facebook: 
http://facebook.com/diyarname 
- Mail: diyarname@diyarname.com  

  

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Swêdê pirzimanî hebû di Roja Zimanê Zikmakî de

ad

Belgefîlmekî li ser Saît Faîk hat kişandin

ad

Hûn dixwazin Newroz TV'yek çawa hebe?

ad

Festîvala Penaberan hate betalkirin

ad

Klîba Hefteyê: Zubêr Salih: 'Kobanî'

ad

Serîlêdanên ji bo Festîvala Stenbolê dest pê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname