Diyarname
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê vê carê juriya belgefîlman eşkere kir. Jurî ji derhêner Cem Kaya, derhêner Etna Ozbek û akademisyen Lalehan Ocal pêk tê.
42’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 7-18'ê avrêlê de dê li dar bikeve. Festîvala ku ji aliyê ÎKSV’ê ve tê organîzekirin pîştî juriya kurtefîlman vê carê endamên Pêşbaziya Neteweyî ya Belgefîlman eşkere kir. Her sê endamên juriyê dê belgefîlmê herî serketî hilbijêrin. Belgefîlmê ku bi ser bikeve di 20 hezar TL’yî dê bê xelatkirin.
Di festîvalê de dema serîlêdana fîlman û belgefîlman heta 20’ê mehê didome.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû