Diyarname
Halklarin Koprusu Derneği (Komeleya Pira Gelan) ku li Îzmîrên xebatên xwe didomîne îsal dê duyemîn car Festîvala Penaberan a Navneteweyî li dar bixista lê ji ber vîrusa koronayê ew betal kirin.
Heta niha ji ber serdema pandemiyê gelek çalakiyî û festîval hatin betalkirin, niha yeka din jî li wan hate zêdekirin.
Festîvala Penaberan a Navneteweyî par di navbera 17-20'ê avrêlê de li Îzmîrê li dar ketibû. Îsal duyemîn car rojên 14-18'ê avrêlê li heman demê dê li dar biketa lê ji ber vîrusa koronayê hat taloqkirin. Niha ragihandin ku bi temamî festîval betal kirine.
Ji ser hesabên komeleyê re ragihandin ku mijarên festîvalê, hedefên wê, nîşandayîna fîlman, gotûbêj, panel û pêşangeh hemû "Li ser mirovan bûn", ew nebana nedibû loma wan festîval betal kirine.
Li gor daxuyaniya komeleyê îsal 42 fîlm di nav bernameyê de hebûn û biryar e ku sala bê di meha avrêlê de festîval li dar bikeve.


