Cemil Oguz
Di festîvalê de beşa ku herî zêde ez jê hez dikim beşa belgefîlman e. Her sal ji nîvî zêdetir belgefîlmên vê beşê ez lê temaşe dikim. Îsal 9 belgefîlm di vê beşê de hene.
42'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê dest pê kir û heta 18'ê mehê dê bi sedan fîlman pêşkêş bike. Îsal 14 beş di festîvalê de hene ku yek ji wan jî "Beşa Belgefîlman" e.
Di Beşa Belgefîlman de 9 belgefîlm hene ku nîvê wan "Super-8 Yillari / The Super 8 Years / 8 Salên Super) ji aliyê Annie Ernaux ve hatiye nivîsandin. Ernaux par Xelata Nobelê ya Wêjeyê girtibû. Belgefîlm jî ji aliyê kurê wê Davit Ernaux-Briot hatiye kişandin. Belgefîlm dikeve nava jiyana Ernaux, dîmenên salên navbera 1972-1980'yî nîşan dide, bi van veguherîna wan salan nîşan dide.
Belgefîlmê "Û kral got ev çi makîneyeke harîkulade ye" dikeve dû şopa youte û tora civakî, bi wir ve lê dinêre ku bi sedan salan ve çawa şiklê rewşa mirovan guheriye.
Belgefîlmê "The Eternal Memory" (Bîra bêdawî) jî berê temaşevanan dide jiyana pêşkêşvanê televîzyonê û rexnegirê çandê yê bi qedir ê ji Şîlî Augusto. Augusto yê ku bi salan kiriye ku bîra arşîvê yê welatek saz bibe, niha nexweş e û dike ku bîra xwe biparêze. "Meşa ber bi Romayê ve" jî temaşevanan dibe salên pêşketina faşîzma Îtalyayê û guherîna Eweropayê.
Bi kurt û kurmancî her belgefîlmek rewşek, serdemek nîşan dide
Va ne hemû belgefîlmên vê beşê:
- Ve Kral dedi ki: Ne Harika Bir Makine / And the King Said: What a Fantastic Machine (Axel Danielson & Maximilien Van Aertryck)
- Super-8 Yılları / The Super 8 Years (Annie Ernaux & David Ernaux-Briot)
- Casa Susanna / Derhêner Sebastien Lifshitz
- Kargalar Beyaz Olur / CrowsAreWhite / Derhêner Ahsen Nadeem
- Tahran’da Yedi Kiş / Seven Winters in Tehran / Derhêner Steffi Niederzoll
- Kuçuk Evren / On the Adamant / Derhêner Nicolas Philibert
- Sonsuz Hafiza / The Eternal Memory / Derhêner Maite Alberdi
- Sari Tavan / The Yellow Ceiling / Derhêner Isabel Coixet
- Roma'ya Yuruyuş / The March on Roma / Derhêner Mark Cousins
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Ji qada navneteweyî 9 belgefîlmên festîvalê
- Bername eşkere bû: Festîval bi ser 150 re fîlman pêşkêş dike
- Serketiyên Berlînaleyê tên Stenbolê
- Fîlmên William Friedkin tên Stenbolê
- Ewê serketiyê Xelata Seyfi Teoman diyar bikin
- 'İntikam Melegi – Kadin Hamlet' tê nûkirin
- Xelatgirên Xelata Rûmetê ya Sînemayê diyar bûn
- Juriya Pêşbaziya Neteweyî û Pêşbaziya Seyfi Teoman diyar bû
- Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû
- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e