logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Bername eşkere bû: Festîval bi ser 150 re fîlman pêşkêş dike

  • Dîrok: 22/03/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bernameya xwe ya îsal eşkere kir. 134 fîlmên metrajdirêj, 29 kurtefîlm bi ser 150 re fîlm têne pêşkêş kirin. Di nav bernameyê de hin fîlmên derhênerên kurd jî hene. Di nav bernameyê gelek fîlmên xelatgir ên ji Berlinaleyê jî hene.

Festîval îsal 42’yemîn car dê li dar bikeve. Ji bo danasîna bernameya festîvalê li The Marmarayê daxuyanî hat belavkirin. Erdheja navend Mereş ku bandor li 11 bajaran kir bandor li her kesî û her karî jî kir. Loma jî di her platformê de ew tê ziman. Midûrê Giştî yê ÎKSV’ê Gorgun Taner got, “Em plana 2023’yan amade dikin, li aliyek jî ji bo herêma erdhejê di warê çand û hunerê de em dikarin çi bikin, li ser wê em nirxandinên xwe dikin. Ligel saziyên li herêmê em di nav têkiliyê de ne û ji bo di dema kurt û dema dirêj de ji bo çareserkiina pêdiviyên wan em xebatan plan dikin.”

Dûre Dîrektorê Festîvala Fîlman a Stenbolê Kerem Ayan li ser bernameya festîvalê axivî. Ayan fîlmên ketine pêşbaziyê eşkere kirin. Rêvebera “Koprude Buluşmalar” Gulin Ustun jî der barê vê xebatê de ku ji Tirikye û welatên din derhêner, senarîst berhemên xwe dişînin agahî belav kirin.

12 roj, 14 beş, 84 welat, 160 derhêner

Festîval îsal roja 6’ê mehê êvarê bi merasimek dê deriyên xwe veke. Di vê merasimê de  dê Xelatên Rûmetê yên Sînemayê bidin sînemader û şanoger   Kayhan Yıldızoğlu û Nevra Serezli. Paşê wekî destpêkirina festîvalê fîlmê destpêkê “Scrapper” bê nîşandayîn. “Scrapper fîlmê derhêner Charlotte Regan ku di FesTîvala Fîlman a Sundanceyê de di beşa Sînemaya Dinyayê-Dramê de Xelata Mezin a Juriyê girtibû. Fîlm çîroka bav û keça wî pêşkêş dike.

Îsal ji 7’ê mehê heta 18’ê mehê ji 84 welatan fîlmên 160 derhênerî di festîvalê de dê cih bigirin. Di 12 rojan de di bin 14 beşan de fîlm têne nîşandayîn. Roja 31’ê adarê dest bi firotina bilêtên fîlman tê kirin.

Wekî her sal îsal jî li aliyê Ewropa û Anadolu, li du beşên Stenbolê li salonan fîlm têne nİşandayîn. Li aliyê Ewropa, li Beyogluyê li Atlas 1948 û li Navenda Çanda Fransiz, li Şîşliyê li  CineWAM Premium+ City's Nişantaşi (Salon 3 û Salon 7) û li aliyê Anadoluyê jî li Kadikoy jî li Kadikoy Sinemasi û Sinematek/Sinema Evi ya Şaredariya Kadikoy, bi giştî li 6 salonan fîlm têne pêşkêş kirin. Sean wekî her gav saet 11.00, 13.30, 16.00, 19.00 û 21.30 de ne.

Fîlmên derhênerên kurd

Di festîvalê de çend derhênerên kurd di beşên cuda de bi fîlmên xwe cih girtine.Ji van Ayşe Polat bi filmê xwe yê metraj dirêj “In the Blind Spot” (Li Cihê Tarî) di beşa Pêşbaziya Fîlmên Navneteweyî de cih gitiye. Polat bi vî filmê xwe îsal beşdarî Festîvala Fîlman a Berlînê Berlînaleye jî bûbû.Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de sê derhênerên kurd bi kurtefîlmên xwe cih girtine. Derhêner Aram Dildar bi kurtefîlmê xwe “Navnîşan”, derhêner Yilmaz Ozdil jî bi “Aforoz”ê û Kasim Ordek jî bi “Birlikte, Yalniz” di pêşbaziyê de ye. Derhêner Hêlin Çelik jî bi belgefîlmê de “Anqa”yê di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de cih girtiye

Pêşbazî: 11 Fîlmên Metrajdirêj 

Di beşa Pêşbaziya NeteweyÎ de 11 fîlmên metraj dirêj hene. Serokê juriya vê beşê  derhêner Emin Alper e. Lîstikvan Farah Zeynep Abdullah, derhênerê dîmenê A. Emre Tanyildiz, vesazkar Aylin Zoi Tinel û nivîskar Seray Şahiner endamên juriyê ne. Ewê di 10 waran de xelatan diyar bikin. Xelata Fîlmê Herî Serketî 250 hezar TL, Xelata Taybet a Juriyê 150 hezar TL û Xelata Derhênerê/a Herî Serketî jî 75 hezar TL ye.

Di vê beşê de ev fîlm hene:

- Bir Tutam Karanfil / Bekir Bulbul 

- Oluler İçin Yaşam Kilavuzu / Bariş Fert 

- Bars / Orçun Koksal

- Yuzleşme / Filiz Kuka 

- Iguana Tokyo / Kaan Müjdeci 

- Kor Noktada / Im Toten Winkel / Ayşe Polat 

- Cam Perde / Fikret Reyhan 

- Boga Boga / Onur Saylak 

- Suna / Çigdem Sezgin 

- Ayna Ayna / Belmin Soylemez 

- Sanki Her Şey Biraz Felaket / Umut Subaşi

 

Pêşbaziyên kurtefîlm û belgefîlman

Di beşa kurtefîlman de 11 kurtefîlm hene ku sê jê derhênerên kurd in. Di vê beşê de serokê  derhêner  Volkan Guney Eker û  derhêner Yorgos Goussis û Aylin Kizil  di juriyê de cih digirin. Kurtefîlmê herî serketî bi 20 hezar TL’yî dê bê xelatkirin.

Di vê beşê de ev kurtefilm hene:

- Avrupa Fatihi / Fatih le Conquerant / Onur Yagiz 

- Aforoz / Yilmaz Ozdil 

- Suriyeli Kozmonot / The Syrian Cosmonaut / Charles Emir Richards 

- Birlikte, Yalniz / Kasım Ordek 

- Diyet / Handan İpekçi 

- Ben Tek Siz Hepiniz / Barış Kefeli, Nukhet Taneri 

- Charette / Sara Pinar Onder 

- Yuzler / Zeynep Demirhan 

- Evcil / Deniz Uymaz 

- Adres / Navnîşan / Aram Dildar 

- 8 Mart 2020: Bir Gunce / Firat Yücel 

8 Belgefîlm hene

Di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de 8 belgefîlm hene. Di bin serokatiya derhêner Cem Kaya de, Etna Ozbek û Lalehan Ocal dê belgefîlman binirxînin û serketî diyar bikin. Xelata vê beşê 20 hezar TL ye.

Va ne ew belgefilm:

 Fatma’dan Sonra 40 Yil / Sezer Aggez 

- Duet / İdil Akkuş, Ekin İlkbag 

- Anqa / Helin Çelik 

- Kim Mihri / Berna Gençalp 

- Dinamo Mesken / Ahmet Karanfil, Yusuf Anavatan 

- Turkish Delight / Pınar Oğrenci 

- Kavur / Firat Ozeler 

- Boşlukta / Somnur Vardar 

Fîlmên yekemîn ên derhêneran

Di beşa Seyfi Teoman de fîlmên metrajdirê jên yekemîn ên derhêneran hene. Derhênerên ku fîlmê xwe Yê yekemîn kişandibe dikare beşdarî vê beşê bibe. Îsal dîrektora îdarî ya Berlinaleyê Mariette Rissenbeek, derhêner û sazkar M. Tayfur Aydın û derhêner Nazli Elif Durlu di vê beşê de dê fîlmê serketî diyar bikin. Serketiyê vê beşê bi 40 hezar TL’yî tê xelatkirin.

Fîlmên vê beşê ev in:

- Oluler İçin Yaşam Kilavuzu / Bariş Fert 

- Bars / Orçun Koksal

- Yuzleşme / Filiz Kuka 

- Sanki Her Şey Biraz Felaket / Umut Subaşi

Buhaya bilêtan

Wekî salên din îsal jî buhaya bilêtên hin seansan erzantir in. Nava hefteyê seansên 11’an bi 50 TL (heta festîvalê, ji bo yên pêşî bikirin), bilêtên seansên 11.00, 13.30 û 16.00 bi 70 TL’yî têne firotin. Di van seansan de bilêt ji bo xwendekaran bi 10 TL’yî tê firotin.

Seansên 19.00 û 21.30 û hemû seansên dawiya hefteyê bi 90 TL’yî têne firotin.

 

Fîlmên derhêner Ayşe Polat "In the Blind Spot” li Berlinaleyê jî hatibûnîşandayîn.

"Aforoz" belgefîlmên derhêner Yilmaz Ozdil e. 

 

*** 

 

Nûçeyên Eleqedar: 

- Serketiyên Berlînaleyê tên Stenbolê

- Fîlmên William Friedkin tên Stenbolê 

- Ewê serketiyê Xelata Seyfi Teoman diyar bikin 

- 'İntikam Melegi – Kadin Hamlet' tê nûkirin 

- Xelatgirên Xelata Rûmetê ya Sînemayê diyar bûn 

- Juriya Pêşbaziya Neteweyî û Pêşbaziya Seyfi Teoman diyar bû  

- Ewê belgefîlman hilbijêrin 

- Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû 

- Festîvala Stenbolê li benda fîlman e  

  

 

***
 

- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname… 
- Malper: 
http://diyarname.com 
- Twitter: 
https://twitter.com/diyarname1 
- Facebook: 
http://facebook.com/diyarname 
- Mail: diyarname@diyarname.com  


 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vaye dîwarê şermê yê li navbera Efrîn û Kîlîsê

ad

Ji Arjen Arî 'Çil çarin'

ad

MEB’ê ‘Cejna Zimanê Kurdî’ red kir

ad

Dîmenên dawî yên ji taxên kurdan

ad

Heyetê bang li CPT, NY û raya giştî ya navneteweyî kir

ad

Çîroka 3 sal cezayê ya bi pirs û nakokiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname