Diyarname
Yek ji beşên pêşbaziya Festîvala Fîlman a Stenbolê pêşbaziya "Fîlmê Pêşî ya Seyfi Teoman" e. Niha juriya vê beşê hat eşkere kirin.
Derhênerên ku fîlmê xwe yê yekem ê metrajdirêj kişandine dikarin di vê beşê de bibin berendam. Îsal juriya vê beşê dîrektora îdarî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê Mariette Rissenbeek, derhêner û sazkar M. Tayfur Aydin û derhêner Nazli Elif Durlu ne. Jurî dê serketiyê vê beşê diyar bike.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal 42'yemîn car di navbera 7-18'ê avrêlê de li dar dikeve.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 'İntikam Melegi – Kadin Hamlet' tê nûkirin
- Xelatgirên Xelata Rûmetê ya Sînemayê diyar bûn
- Juriya Pêşbaziya Neteweyî û Pêşbaziya Seyfi Teoman diyar bû