Serîlêdanên ji bo Festîvala Stenbolê dest pê kirin
Diyarname
38’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê sala sê dê di navbera 5-16’ê avrêlê de li dar bikeve. Ji bo þandina fîlman dema serîlêdanê dest pê kir.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di sala 1982’yan de ji aliyê IKSV’ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) wekî hefteya fîlman dest pê kir û ji wê rojê ve heta niha ji aliyê heman saziyê ve tê organîzekirin. Ji bo sala bê festîval dê 5-16’ê avrêlê de li dar bikeve. Kesên bixwazin fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlmên xwe biþînin divê heta 25’ê rêbendana 2019’an wan bigihînin ber destên amadekarên festîvalê.
Di çarçoveya festîvalê de di beþa Pêþbaziya Neteweyî, Derveyî Pêþbaziyê, Pêþbaziya Neteweyî ya Belgefîlman, Pêþbaziya Neteweyî ya Kurtefîlman de dê berhemên ji Tirkiyeyê bêne nîþandayîn.
Xelata Laleya Zêrîn ku didin fîlmê serketî, Xelata Derhênerê Serketî, Lîstikvana/ê Serketî jî di nav de di dehan waran de xelat têde dayîn.
Di nav lijneya þêwrê ya Sînemaya Tirkiyeyê ya Festîvala 38’emîn de rexnegirên sînemayê Engin Ertan, Nil Kural, Kaan Karsan û Esin Kuçuktepepinar hene. Di nav lijneya þêwrê ya Kurtefîlmên Neteweyî de jî Melis Balci, Levent Çetin û Serdar Kokçeoglu hene.
Ji bo serîlêdanê û agahiyên din:
http://film.iksv.org