Diyarname
42’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê dê di navbera rojên 7-18’ê avrêla 2023’yan de li dar bikeve. Festîvalê niha serdema serîlêdana fîlman da dest pê kirin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stebolê ji aliyê ÎKSV’ê ve tê organîzekirin. Ji sala 1982’yan ve her sal di meha avrêlê de ji dinyayê û Tirkiyeyê fîlm derdikevin pêşberî sînemahezan. Festîvalê niha ji bo beşa Sînemaya Tirkiyeyê dema serîlêdanê da dest pê kirin. Yên bixwazin dikarin heta 20’ê rêbendana 2023’yan fîlmên xwe bişînin.
Di vê beşê de Pêşbaziya Neteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj, Pêşbaziya Neteweyî ya Belgefîlman û Pêşbaziya Neteweyî ya Kurtefîlman li dar dikeve. Fîlm, derhêner û lîstikvanên bi ser dikevin têne xelat kirin.
Di nav lijneya şêwrê ya Sînemaya Tirkiyeyê ya 42’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê de nivîskarên sînemayê Engin Ertan, Kaan Karsan, Nil Kural û Esin Kuçuktepepinar hene.
Fîlmên metrajdirêj ên bi ser 60 deqîqeyî, belgefîlmên bi ser 30 deqîqeyî û kurtefîlmên ji 20 deqîqeyî kurtir dikarin serîlêdana festîvalê bikin.
Yên bixwazin dikarin ji ser film.iksv.org re serîlêdana xwe bikin.