Diyarname
42’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê endamên Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî û endamên Pêşbaziya Seyfi Teoman a Fîlmê Yekem eşkera kir.
Festîval îsal di navbera 7-18’ê avrêlê de li dar dikeve. Festîvala ku ji aliye ÎKSV’ê ve tê organîzekirin yek bi yek endamên juriyan eşkere dike. Niha jî endamên du beşan eşkere kir.
Ji bo serokatiya juriya Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj ên Neteweyî dê derhêner Emin Alper bike. Lîstikvan Farah Zeynep Abdullah, derhênerê dîmenê A. Emre Tanyildiz, vesazkar Aylin Zoi Tinel û nivîskar Seray Şahiner jî endamên juriyê ne. Ew dê fîlmê herî serketî, xelata taybet a juriyê, derhênerê/a serketî, lîstikvanê serketî, lîstikvana serketî jî di nav de di 10 waran de serketiyan diyar bikin.
Di beşa Pêşbaziya Neteweyî de Xelata Fîlmê Serketî 250 hezar TL ye. Xelata Juriyê ya Taybet a Onat Kutlar jî bi piştgiriya Kariyo & Ababay Vakfi 150 hezar TL ye. Xelata Derhênerê/a Serketî jî bi piştgiriya Anadolu Efes 75 hezar TL ye. Di beşên din de xelat her yek 15 hezar TL ye.
Di beşa Pêşbaziya Seyti Teoma a Fîlmê Yekem de jî jurî ji derhêner-sazkar M.Tayfur Aydin, derhêner Nazli Elif Durlu û derhêner-sazkar Chadi Zeneddine pêk tê. Di vê beşe de tenê fîlmê derhênerên ku yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj kişandine cih digirin. Îsal fîlmê bi ser bikeve dê bi 40 hezar TL’yî bê xelatkirin.