Diyarname
Ajansa navneteweyî Reuters çû Rojava û "Jin War"a ku jinen kurd li wê derê saz kiriye kir nûçe.
Reutersê wisa got, "Li bakurêrojhilatê Sûriyeyê li herêma kurdan Jinwar an jî bi navê din 'qada jinan' hatiye çêkirin, tenê taybet e ji bo jinan, gundek e, jinên ku ji ber şer, yan jî ji ber zordariya li nav malê li vê derê bi cih dibin."
Di nûçeyê de ligel jinan hevpeyvîn jî hatiye kirin û hatiye weşandin. Ji wan jinek bi navê Rokan Yûsiv e. Nûçe dibêje ku Yûsiv li nav malê rastî şîdetê hat, ji wir veqetiya û niha li Jinwarê di firnêde dixebite, hînê hinên din dike ku ka dikarin çawa erd biajon.
Wisa gotiye, "Wekî jinek tenê li nav malê hepis bûbûm. Ez rastî neheqiyê hatim. Ez êdî nikarîm ber xwe bidim. Li vir ez hatim ser xwe û vîna min xurt bû. Serê sibê dema ez radibim hemû jin li nav zeviyê dixebitin, em bi hev re xwarinê çêdikin. Jiyan xweştir Bû. Pêdiviya min bi cihek wisa hebû. Hezkirina ku berê min winda kiribû divê min bidîta.
Ev der di sala 2018'an de hatiye avakirin, malbata 20 jin û zarokan têde bi cih dibin, niha cihê 30 malan têde heye.
Nûçe qada çîroka jinên din jî dike. Mînak Yasmîne Ahmad ku piştî ji mêrê xwe veqetiyaya ji Helebê hatiye vê derê û ligel zarokan xwe ya biçûk ev 15 meh in li vir dijî..