Amed
Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş axivî û got: "Werin sindoqê deynin ber kurdan, ka ew 'xweserî', 'federasyon' yan 'serxwebûnê' yan jî 'tiştekî naxwazin'. Ji sindoqê kîjan encam derkeve em qebûl in."
98 Şaredarên BDP'ê îro rojan diduyan bû ku di greva birçîbûnê de bûn. Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak çûn serdana şaredaran. Demirtaş li wê derê û axivî. Vane hin gotinên Demirtaş:
- Ev 15 roj in li girtîgehê greva birçîbûnê didome û girtî gihîştine asta talûkeyê û divî hikumet bi awayekî cidî li ser vê bisekine.
- Hikumet naxwaze kurd û tirk bi hev re bijîn, ji bo kurd ji welat veqetin çi ji dest tê dike.
- Werin sindoqê deynin ber kurdan, ka ew 'xweserî', 'federasyon' yan 'serxwebûnê' yan jî 'tiştekî naxwazin'. Ji sindoqê kîjan encam derkeve em qebûl in. Lê ger dixwaze bi operasyon û çewsandinan dê encamê bi dest bixin, vaye rewşa Misir û Libyayê li holê ye.
- Cîgirê Serokwezîr derdikevi dibêje zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye. Serokwezîr dibêje perwerdehiya bi zimanê zikmakî dê welat parçe bike' Serfermadarê Artêşê yê Giştî dibêje 'bi zimanê zikmakî perwerdehî çênabe'. Ger nêzîktêdayîna dewletê ev be, li holê çareserî nîn e. Ger wisa be dê kurd jî li çarûnûsa xwe bi xwe çêbikin.
- Ceza li hevalê me birîbin jî, di Zagona Bingehîn de xal heye: Ceza ji bo dawiya serdemê tê hiştin. Heta ew mebûs be, ew ceza nikare bê înfazkirin. Nikarin mebûsiya hevalê me Kemal Aktaş betal bikin. Dîtina serokê meclisê jî wekî vê ye. Hevalên me pêre axivîn. Dê ji bo dozger jî parlemen bersiveke bi vî rengî bişîne.
***
Nûçeya eleqedar:


