AMED
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) 12’emîn salvegera xwe bi şevekê pîroz kir.
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ku di 4'ê avrêla 2002'yan de hat damezirandin. Ajansê ji bo salvegera xwe îro li Cemîyeta Rojnamegerên Azad şeva pîrozbahiyê li dar xist. Di şevê de gelek xebatkarên çapemeniya azad, nûnerên saziyên sivil ên civakî, hevşaredar û rojnameger, nûçegîhan û xizmên rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane amade bûn. Di bernameyê de stran hatin gotin û piştî stranan axaftin hat kirin. Edîtorê DÎHA'yê Erdogan Altan diyar kir ku DÎHA di sala 12'emîn de bi felsefeya ku ji rastiyan tawîzan nede li gel hemû astengiyan têkoşîna xwe berdewam dike.
Rojnameger Mazlum Ozdemîr ku ji doza KCK'ê ya Çapemeniyê piştî 2 salan girtî ma û hat berdan jî diyar kir ku di salên 90’an de rojnameger dihatin qetilkirin û kuştin û niha jî tên girtin û dixwazin bi vê polîtîkayê ser rastiyan bigirin û bincil bikin.
Rojnameger Mehmet Emin Yildirim ku ew jî nû ji hat berdan got ku polîtîkaya li hemberî çapemeniya kurd nehatiye guhertin, lê ew bi berxedana xwe û têkoşîna xwe vê polîtikayê pûç dikin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.