Diyarname
Rojnameya Xwebûnê heftane weşana xwe didomîne. Rojname hejmara xwe wekî PDF bi ser malpera xwe re pêşkêş dike û niha hejmareke din belav kir.
Di hejmara nû ya 25'an a Xwebûnê de meseleya girtina mebûsên HDP'ê bûye manşet. Rojnameyê bi ser navê "Ferqa kurdbûnê" weşandiye û bal kişandiye ser girtina her du mebûsên kurdan. Çend roj berê biryara destnedana mebûsên HDP'ê Leyla Guven, Mûsa
Farisogûllari û yê CHP'ê Enis Berberoglû hatibû rakirin û ew her sê heman rojê hatibûn girtin. Piştî rojek Berberoglu bi gotina "Li girtîgehê vîrusa korona heye" hatibû berdan lê mebûsên HDP'ê nehatibûn berdan. Rojnameyê ji ber vê ev sernav bikar aniye û li ser meseleyê sekiniye.
Hevpeyvîna vê hefteyê ligel Hogir Ar hatiye kirin. Ar ku hê 23 salî ye û hunera xwe bi ser dîjitalê re parve dike.
Nivîskarên rojnameyê Zehra Mohammedzade, Adar Şaman, Felemez Ulug, Bahoz Baran, Mem Avba, Ramazan Olçen, Kenan Colemêrgî, Cemil Oguz, Kewê Redkan, Sîdar Jîr, Şener Ozmen bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cih girtine.
Ji bo xwendinê:
- XWEBÛN / Hejmar 25 / 8-14.06.2020