Amed
Ciwanekê kurd, xwendekarê zanîngeHê Kemal Kurkut di sala 2017'an, di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Îro Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz, Hevberdevka Yeşil Sol Parti Çigdem Kiliçgun Uçar, siyasetmedar Ahmet Turk û komek ligel wan berî beşdariya Newrozê çûn cihên ku Kurkut hatibû kuştin. Wan qurnefîl danîn wê derê ew bibîr anîn.
Sancar li vir got, "Li ber çavên dinyaye ew eşkere hat kuştin. Em carek din bi hurmet wî bibîr tînin. Tenê ne kuştin, di heman demê de dozên hatin dest pê kirin bi dawîkirin, bi destê dadgehê serê vê kuştin hat girtin. Lê ew biryar ji bo me nayê qebûlkirin. Yên ku birayê me Kemal kuştine, canê me kuştin me di dilê xwe de, di bîra xwe de ji bo heta heta mehkûm kirine. Em soz daye em birê xwe Kemalî bidin jiyîn."
Em vê fotoyê wekî fotoya roja pêşkêş dikin...
Foto: MA
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Notên li ser Newroza Amedê...
- Nûnerên Rojava li Qesra Spî bûn
- Li Germiyan û Xaneqînê Newroz hat pîrozkirin
- Ji ber pêxistina agirê Newrozê 4 kurd hatin kuştin
- Li Bakur û Rojava Newroz hat pîrozkirin
- Li Rojava 3 roj tatîl hat ragihandin
- Newroz Şemzînan de dest pa kerd
- Bajar bi bajar bernameya Newrozê
- Li Stenbolê jî deklerasyona Newrozê hat eşkere kirin
- Deklerasyona Newrozê: Li 43 cihan Newroz tê


