Diyarname
Fîlmê bi navê “Efendiyê Gustîlan” gelek bal kişandibû û niha bi navê “The Rings of Power” ew wekî rêzefîlmê tê kişandin. Biryar ew bû ku ev rêzefîlm 50 saetan bidome.
J.D. Payne û Patrick McKay vê rêzefîlmî dikişînin. Wan wekî 5 serdem ev rêzefîlm amade kirine û ji niha de dizanin dê fînal jî çawa bê kişandin.
J.R.R.Tolkien ev efendiyê gustîlan nivîsandibû û amadekarên vî rêzefîlmî dibêjin ku ew hurmetkarê mîrateya Tolkein in û ew xelaya wî pêk tînin.
Rêzefîlmê ku ber bi amadebûnê ve diçe dê roja 2’yê rezbera 2022’yan di Amazon Prime de dê bê nîşandayîn.