Diyarname
Îro li Amedê saziyên kurdan deklerasyona Newroza îsal eşkere kirin. Wê li 43 cihên navendî Newroz bê pîrozkirin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), partiyên Tifaqa Kurdistanî, Partiya Çepa Kesk û Meclis Dayikên Aştiyê deklarasyona Newroza îsal eşkere kirin.
Ji bo vê yekê li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz, Hevseroka HDP'ê Pervin Buldan, Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê KKP'ê Sinan Çiftyurek, Serokê Giştî yê PDK-T'yê Mehmet Emin Gardaş, endamê Meclisa PSK'ê Ali Haydar, ji Tevgera Azadî Cemal Sati beşdarî daxuyaniyê bûn. Deklerasyon tenê bi kurdî hat xwendin û tirkiya wê li çapemeniyê hat belavkirin.
Îsal diruşma Newrozê wekî “Her der Newroz, her dem azadî” hatiye diyar kirin.
Li gor daxuyaniyê li 43 cihên navendî dê Newroz bi girseyî bê pîrozkirin. Starta Newroza îsal 15'ê mehê li Şemzînanê dê dest pê bike.
Di deklerasyonê de hat gotin ku ewê Newrozê diyarî kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane bikin. Wisa hat gotine, "Em dibêjin edalet, aştî û bi vê dibêjin her der Newroz. Bila Newroza 2023'yan bibe newroza aştî, wekhevî û welatekî azad."


