Li hemberî polîtîkayên globalîzmê saziyên kurdan û yên demokratîk çi dikin
Îrfan Amîda
Wekî ku di nivîsa xwe ya beriya niha de me destnîþan kiribû ku êdî Pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên Globalîzmê û projeya Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Û ji loma jî hêzên global hevparên vê pirsgirêkê ne û êdî bi tena serê xwe, ku bixwazin jî, kurd û tirk nema dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.
Bi pêvajoya “Komploya Reþemiyê” re ev konsepta nû dest pê kir. Û wekî ku dîsa di nivîsa xwe de me destnîþan kiribû ku diviyabû eniyeke li dijî hêz û polîtîkayên global bihata afirandin.
Gelo ew zemîn û mercên afirandina eniyeke dijglobaliyê hebû yan na? Yan jî ew zemîn dikaribû bihata afirandin? Helbet berî her tiþtî divê ev pirsan bêne bersivandin.
Ger mirov ji aliyekî, pêvajoya DTH’yê û prensîbên bingehîn ên ji bo partiyeke nû eþkere kiribûn, ji aliyeke din ve jî hêviyên ku di nava gelê kurd û saziyên demokratîk û partiyên li dijî polîtîkayên globalîzmê de bibîr bîne, bi hêsanî dikare bibêje ku zemîneke xurt hebû. Heger ew hêvî li ber çavan bihatana girtin û siyaset li girseyê bihata belav kirin, îro hêzên global û nûnerên wan ên li Tirkiyeyê dê nikaribûna bi hêsanî ev polîtîkayên xwe pêk bianîna. Ji bo vê jî, divê berî her tiþtî li avakirina partiyeke nû nehata lezandin ku zemîn ji bo têgehên DTH’yê guncav bibûya. Lê mixabin berî ku zemîn bê afirandin DTP hate afirandin û pariyekî jî xizmet ji polîtîkayên DYA’yê û nûnerên polîtîkayên wan re hate kirin ji lewra siyaseta kurd ji dêvla (wekî ku DTH’yê digot) ku li girseyê belav bibe hinekî din bû qada þerê pozîzyongirtina klîkan. Vê encamê bi xwe kir ku DTP nikaribe li herêma Kurdistanê bi awayeke siyasal (ji bilî hestiyariya welatparêziyê) bibe îqtîdar. Encama hilbijartinê jî pariyekî bi vê yekê ve girêdayî ye.
Heger DTH, piþtî avakirina Meclisa Aþtiyê û diyarkirina çareseriya Pirsgirêka Kurd û Demokrasiyê, bi aktorên vê meclisê re bingêha partiyeke çareseriyê ya Tirkiyeyê biafiranda (ligel hêz, sazî û kesayêtên demokratîk) dê bikaribûya mudaxaleyê polîtîkayên globalîzmê bikira û hêza birêvebirina dewletê (ligel hêzên global) qels bikira.
Lê mixabin îro di gelek pirsgirêkan de DTP polîtîkayên hevgirtî nikare biafirîne. Mînak; ji aliyekî ve diyar dike ku di têgeha laîkiyê de wekî artêþa tirk difikire, lê ji aliyeke din ve jî bi AKP’yê re turbanê ji meclîsê derdixe. Dîsa ji aliyeke din ve KESK (ku welatparêz jî di nav de ne) li hember vê biryara meclisê, ya ku DTP jî þirîkê wê ye, derdikeve.
Ku mirov mînakeke din bide; dema ku DTP Kurdistana Baþûr wekî Îsraîla nû bi nav dike û bertekên ku kurdên Bakur yên li hember vê binavkirinê nîþan didin datîne ber hev dîsa têdigihîje ku DTP polîtîkayên rojane dike û mixabin bi van polîtîkayan hêza birêvebirina xwe ya gelê kurd qels dike û têkiliya xwe û sazî û rêxistinên derveyî xwe qels dike. Yanî polîtîkayên bingehîn neafirîne û tu kesî nake þirîkê polîtîkayên xwe. Ev bi xwe hem pûçkirina prensîbên partiyê ye hem jî xweîzolekirin e ji gel.
Ji bilî DTP’yê, dema mirov bala xwe dide saziyên demokratîk û sivîl yên ku kurd di nav de ne (wekî sendîqayan), têdigihîje ku tevgerek yan jî çalakiyeke wan ku pê mudaxaleyî pêvajoyê bikin ji hêla xwe de (qet nebe polîtîkayên ku li ser wan têne meþandin) tune ye. Di her banga aþtiyê de mirov navê wan dibîne lê mixabin programeke wan a çalakiyên ji bo aþtiyê tune ye. Xebatên wan bi tevahî ji bo berdewamkirina îqtîdara wan e. Yan jî ji bo parastina qada îktîdara wan e ku qîma xwe bi biçûkbûna wê qadê ve jî tînin.
Ji xwe dewlet û hêzên sermiyana global þereke dijwar li hember van saziyan dimeþînin ku qadên wan ên siyasî, aborî û hwd. teng bikin û mudaxaleyên objektîv û sûbjektîv dikin ku qadên îqtîdarê yên biçûk ku ew sazî wê biparêzin biafirînin. Ji dêvla ku li hember vê polîtîkayê sînorên qadên xwe fireh bikin û bi têkiliya bi derveyî xwe re jî, derfet û hêza mudaxaleyên wan hêzan ji holê rakin, þirîkên îqtîdara xwe ji lewra jî þirîkên polîtîkayên xwe kêm dikin.
Ji bilî saziyên kurdan, partî û rêxistinên li derveyî kurdan jî mixabin polîtîkayeke zelal ji bo Pirsgirêka Kurd neafirînin û bi vê polîtakayê dernakevin hember gelê tirk. Mixabin dixwazin polîtîkayên xwe bi bazara ku bi kurdan re dikin re biafirînin. Yanî ji bilî nêrîn û bîrdoziyên xwe angajeyî daxwazên kurdan e. Ev hem di nerîna partiyan de hem jî di nêrîna rêxistinên wan ên di sendîqayan de û hem jî di kesayêtiyên demokrat/rewþenbîr de heye. Yanî li benda zelalbûna daxwazên kurdan e. Ger kurd daxwazên xwe mînîmîze yan jî maksîmîze bikin dê li gorî wê sekna xwe diyar bikin/dikin. Ji vê jî eþkere dibe ku her kes parîkî di xwe dimîne. Ji lewra jî tu eniyeke xurt li hember polîtîkayên globalîzmê nayê afirandin ku tiþtê hêzên global dixwazin jî ev e.