Diyarname
TOMA (Erebeya Têkoşîna Dijî Bûyerên Civakî) li Tirkiyeyê ji bo xwepêşandaran têk bibin avê diavêjin wan. Lê li Almanyayê van TOMA'yan tiştek din kirin: Ji bo gel hênik bibe av bi ser wan de barand.
Niha li Ewropayê pîleya germê bilind bûye. Cih bi cuh pîleya germî 40 dereceyî derbas kiriye. Li Almanyayê li ber deriyê avahiya navdar Branderburgê TOMA'yê av bi ser gel de barand. Gelek kesî di bin vê avê de kêf kir, xwe hênik kir.
Vîdeoya vê meseleyê û kêfa mirovan li wê derê li nav tora civakî belav bû; pêre jî rewşa wir û ya Tirkiyeyê hinan da ber hev.


