Diyarname
Li îdareya Germiyan û Xaneqînê bi merasîmên cuda cuda cejna Newrozê hat pîrozkirin.
Li gor nûçeya Rojnewsê piştî nîvro li çend cihên cuda yên îdareya Germiyan bi tevlîbûna welatiyan û hunermendan bi şêwazên cuda cuda Cejna Newrozê hat pîrozkirin.
Li navçeya Kelar a navenda îdareya Germiyanê li ser Qelaya Şêrwane bi amadebûna hejmarek zêde ya welatî û hunermendan agirê Newrozê hat pêxistin û fîşekên hewayî hatin berdan.
Li aliyê din yekem car bi awayek fermî Cejna Newrozê li bajaroka Kifrî ya Germiyanê hat pîrozkirin. Di şahiyê de hunermendên wekî Adil Hewramî, Çopî Fetah û Karwan Xebatî bi stranên xwe coş dan şahiyê û gel li ber sitran û umûzîkê govend gerandin.
Li bajaroka Xurmato ya ser bi navçeya Xaneqînê jî bi tevlîbûna hejmarek zêde ya welatiyan û parlementerên Iraqê agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin.
Li Bakur gel li qadar bû
Li bajarên Bakur pîrozkirina Newrozê îro jî berdewam kir. Ji van li Culemêrgê li Taxa Tekser ku li ber Çiyayê Simbilê ye Newroz hat pîrozkirin. Li Qersê, li Gara Qersê gel ji bo Newrozê hat ba hev. Li Agirî jî gel li Parka Newrozê hat ba hev û Newroza xwe pîroz kir. Li aliyê din li navçeyên wekî Melezgîra Mûşê, Qereyaziya Erzeromê Newroz bi coş hat pîrozkirin.
Li Rojava çalakî didomin
Li herêma di bin Rêveberiya Xweser de çalakiyên Newrozê didomin. Li hin derên Minbic, li Hesekê û li Dêrazorê gel Newroza xwe pîroz kir.
Li Cindirêsa ku di bin destê çeteyên çekdar de ye vê êvarê kurdên ku xwestin li ser xaniyên xwe agirê Newrozê pêxin hatin gulebarankirin. 4 kurd hatin kuştin.
**
Bi hezaran kes li ber Qelaya Şêrwane ya Germiyanê hat ba hev û Newroz pîroz kir.