Diyarname
Li bajar û navçeyên Bakur, li aliyê din li hin bajarên Rojava gel ji bo Newrozê li qadan bû.
BAKUR
Li Bakur îro li gelek bajaran Newroz hebû. Sibê û du sibê jî dê Newroz bê pîrozkirin. Ji bernameyê îro, li Wanê li ber Kelehê, li Sêrtê li Bariş Meydani, li Antalyayê li ber Salona Sporê ya Turgut Ozal bi hezaran kes hatin ba hev.
Dîsa li bajarên wekî Batman, Îdîr, Çewlig, Mêrsîn û Dêrsim gel ji bo Newrozê li qadan bûn.
Ji bilî bajaran li hin navçeyan jî pîrozbahiyên Newrozê hebûn. Ji van li Gever, Qoser, Tetwan, Gebzeyê (Kocaeli) bi coş Newroz hat pîrozkirin.
ROJAVA
Ji bajarên Rojava li Qamişlo li hin taxan gel agirê Newrozê pêxist.
Li bajarê Tebqa ji bo Newrozê şahî hat li dar xistin. Koma Tebqa, Cirniye, Rûken Reşîd, Yasmîn El Esker, Zîlan Ebdullah, Raman Menan, Mehmûd El Seyah û Serdar Zêdan bi stranên kurdî û erebî gel coşandin.
Li Eyn Îsa jî li Parka Jinan a bajêr pîrozbahî hat lidarxistin.
Hevserokên Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid û Fedîla Mihemed agirê Newrozê pêxistin. Hîlala Zêrîn, Şehîd Botan, Şehîd Berçem, Şehîd Hogir û Koma Şehîd Gîvara jî bi stranên xwe coş dan beşdaran.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Li Rojava 3 roj tatîl hat ragihandin
- Newroz Şemzînan de dest pa kerd
- Bajar bi bajar bernameya Newrozê
- Li Stenbolê jî deklerasyona Newrozê hat eşkere kirin
- Deklerasyona Newrozê: Li 43 cihan Newroz tê