Diyarname
Li Amedê ji serê sibê de gel ber bi qada Newrozê ve çûn. Fînalê dest pê kir...
Fînala Newroza îsal li Amedê tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka Newroza ya li navçeya Baglarê tê lidarxistin. Dika mezin a qada pîrozbahiyê bi rengê reş hatiye xemilandin û pankarta “Newroz pîroz be” hate daliqandin.
Li qada Newrozê posterê Jîna Emînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin ê bi nivîsa “Bi tayê porê Jîna Emînî, em ê tekoşîna jinê bilintir bikin” û posterê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an Amedê ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin ê bi nivîsa “Kemal Kurkut nemir e” hatin daliqandin. Li gel posteran, her wiha pankartên “Şîna me sedema tekoşîna me ye”, “Newroz cejna azadiyê ye”, “Ciwan agirê Newrozê yê qet venamire ye” û “Ruhê 8’ê Adarê diherike qada Newrozê” hatin daliqandin.
Ahmet Turk: Emê faşîmzê têk bibin
Siyasetmedar Ahmut Turk ji bo axaftinê dema hat ser dikê temaşevanan demek dirêj jêre li çepikan da. Va ne çend gotinên Ahmet Turk:
- Newroza Amedê pîroz e. Newroz roja azadî, roja berxwedanê ye. Îro em carek din bi coşek mezin Newrozê pîroz dikin. Kawayê Hesinkar li çiyayên Zagrosê agirê Newrozê pêxist. Ji wê rojê de Kawayê Hemdem û hevrayên wî agirê Newrozê gur kirin. Ji ber vê yekê Newroz ji bo kurdan gelek girîng e.
- Em îro li dema guherîn û veguherînê ne. Ji bo em faşîzmê têk bibin em di dema têkoşînê de ne. Emê di hilbijartina li pêş me de faşîkmê têk bibin, ji bo sazkirina Komara Demokratîk emê bi hev re bitêkoşin. Armanca me ew e li hemberî zordariya li ser kurdan em ber xwe bidin. Ne tenê li bakurê Kurdistanê, li Başûr, li Rojava jî yên ku dixwazin neyartiya kurdan bikin îro roj roja têkoşîna li hemberî wan e.
- Ev Newroz, ev serdem dema azadiya birêz Ocalan e. Hevserokên me Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag, Gultan Kişanak ji ber neyartina vê desthilatdariyê girtî ne. Li hemberî vê, ger em yekîtiya xwe xurt nekin, em hesabê nepirsin bila qeda li me be. Ev dem dema azadiyê ye. Ji bo kurdan dema diyarkirina qedera xwe ye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Nûnerên Rojava li Qesra Spî bûn
- Li Germiyan û Xaneqînê Newroz hat pîrozkirin
- Ji ber pêxistina agirê Newrozê 4 kurd hatin kuştin
- Li Bakur û Rojava Newroz hat pîrozkirin
- Li Rojava 3 roj tatîl hat ragihandin
- Newroz Şemzînan de dest pa kerd
- Bajar bi bajar bernameya Newrozê
- Li Stenbolê jî deklerasyona Newrozê hat eşkere kirin
- Deklerasyona Newrozê: Li 43 cihan Newroz tê


