Diyarname
Maça fînalê ya Lîga Şampiyonan jî temam bû û maçêr par xilas. Helbet yê serket Bayer Munih bû.
Di fînalê de Bayer Munih û PSG hatin hemberî hev. Bayerê deqîqeya 59'an de bi gola Coman maç bi 1-0 bi dest xist û bû şampiyonê şampiyonan.
Bayer Munihê ev yek heq kiribû ji ber ku heta niha di hemû maçan de bi ser ketibû û derketibû fînalê. Di 6 Maçên Koman 6'inan de jî bi ser ketibû. Di her du maçên Dora 16'an de tam 7 gol avêtibû Chelseayê. Paşê di çarîk fînalê de tam 8 gol avêtibû Barselonayê û di nîv fînalê de jî bi 3 golan Lyon şandibû mala xwe. Erê di fînalê de tenê golek avêt lê ev yek bo wan bes bû.
Bayer Munih ê ku li Almanyayê ambargo daniye ser Bundeslîgayê, her ew dibe şampiyon, heta niha tam 30 caran bûye şampiyon, di vê tûrnûvaya Lîga Şampiyonan de jî xwe nîşan dide. Bayer bi vê serketinê tam bû 6 caran vê kûpayê dibe mala xwe.
Tîma alman di salên 1974, 1975, 1976, 2001 û 2013 û piştî 7 salan niha carek din bi ser dikeve.
Bayerê bi merasimek kûpaya xwe ji Serokê UEFA'yê Aleksander Ceferin girt. Di vê tûrnûvayê de Real Madrid bi 13 caran tîma herî serketî ye. Dûre Milan bi 7 caran û Bayer ligel Liverpoolê bi 6 caran serketinê tê.
Kûpaya Super di rê de ye
Bi vê maçê de serdema 2019-2020 a Lîga Şampiyonan û Lîga Ewropayê yên UEFA'yê bi dawî bûn. Di meha pêşiya me de her du serketiyên van her du tûrnûvayan Bayer Munih û Sevilla ji bo Kûpaya Super dê bên hemberî hev.


