Silêmanî
Roja 7'ê mehê li Salona Tewarî Şar a Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê panelek ji aliyê Komisyona Karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê ve hat organîzekirin.
Panel ji du beşan pêkhat, di beşa yekem a panelê de Nermîn Osman, Nîştiman Kemal û Peyman Ezedîn axivîn.
Di beşa yekem a panelê de giftûgo li ser nêzîkatiya giştî ya hikûmet û hizban her wiha helwesta wan a li ser mijarên taybet bi jinan axivîn.
Di beşa duyem a panelê de jî Rêzan Şêx Dilêr, Kinêr Ebdullah û Besme Hebîb axivîn. Di beşa duyem a panelê de mijara sereke biryara 1325 a Encûmena Neteweyên Yekbûyî û tevilbûna jinan a di navendên biryardanê yên li Herêma Kurdistanê de bû.
'BEHSA DADWERÎ DIKIN LÊ BI XWE NE DADWER IN'
Di beşa yekem a panelê de Siyasetmedar Nermîn Osman derbarê rewşa civakê de axivî û got: “Di nava civak û partiyên siyasî de ne zelaliyek heye. Hinek kes hene behsa dadperweriyê civakî dikin, lê bi xwe nedadperwerin. Yan jî hinek behsa olek aştîxwaz dikin, bi xwe li ser navê wî olî şidetê dimeşînin. Vê tevliheviyê bandorê li ser dewletê jî çêkiriye.”
'EV 32 SAL IN ZÊDE TIŞTEK NEHATIYE KIRIN'
Parêzer Peyman Ezedîn jî got: “Ev 32 salin li Herêma Kurdistan çend yasayek taybet bi jinan hatine derxistin ku bi tiliyên destan tê jimartin. Ev yasa jî ger ne li ser israra rêxistinên jinan bûya wê dernektiban. Ger em salên 90’î û niha bînin berhev, tê dîtin ku di nava çend salên borî de ji bo pêkanîna yeksaniyê ji niha hîn zêdetir hewildan û têkoşîn hebû.”
'LI BAŞÛR JIN LI NAV SIYASETÊ KÊM IN'
Di beşa duyem a panelê de jî Nivîskar Kinêr Ebdullah bi data û amaran îşaret bi rêjeya kêm a jinan a di nava desthilat, rêveberî û partiyên siyasî yên Herêmê de kir. Her wiha diyar kir ku tevlîbûna jinan di nava şandeyên dîplomasî yên hizban û hikûmetê de de qet nîn e.
Endama Komisyona Bilind a Mafê Mirov a Iraqê Besme Hebîb jî têkildarî biryara 1325 a Neteweyên Yekbûyî axivî û got, “Ev biryar ji sê xalên giring pêktê. Ew jî tevlîbûna jinan, parastin û xweparstin e. Iraq yekem welat e li Rojhilata Navîn planek nîştimanî ji bo vê biryarê daniye.”
'JINAN SÛD JI YASAYAN NEGIRTINE'
Di dawiyê de jî Parêzer û Parlementera Berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî axivî û got: “Her çiqas em di sala 2023’yan de ne, lê jinan nekarîne sûd ji yasayên navxweyî û peymanên navdewletî wergirin. Ger piştgiriyek yasayî nebe ma wê jin çawan bikarin kesayetek bi êz ava bikin. Ji bo wê divê guhertin di her sê desthilatên yasadanîn, cîbicîkar û dadwerî de were kirin.”
Rojnews