SILÊMANÎ
Pirtûka helbestan a Şêrko Bêkes "Niha Keçek Niştimana Min e’ ji soranî bo kurmancî hat amadekirin û pirtûk li Silêmanî hat belavkirin.
Li gor nûçeya Rojnewsê Mesûd Zîlan pirtûk kiriye kurmancî û ji bo nasandina pirtûkê li Silêmanî merasimek hat li dar xistin.
Merasîm ji aliyê Ofîsa Nivîskarên Kurd ya Şaxa Silêmaniyê ve hate rêxistinkirin û gelek kes beşdarê merasîmê bûn. Mesûd Zîlan pirtûk ji bo beşdaran îmze kirin.
Zîlan li ser kurmancîkirina pirtûkê wisa gotiye: “Şêrko Bêkes helbestvanekî mezin ê gelê me ye û li çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin. Helbestên wî ji bo gelek zimanên cîhanî hatine wergerkirin. Min jî xwest vê pirtûkê wergerînim.”
Zîlan da zanîn ku ew plan dike di dema pêş de 2 pirtûkên din ên Şêrko Bêkes bikin kurmancî.