Diyarname
Yek ji xelatên girîng Nobel in ku di gelek warîn de têne belavkirin. Yek ji waran jî beşa Nobela Aştiyê ye. Hat ragihandin ku ji bo Nobela Aştiyê ya îsal navên 305 kesan derbas dibin.
Kometî serê meha kewçêrê de kesên bi ser ketine eşkere dike û 10'ê berfanbarê bi merasimek xelatê dide yên serketî. Xelata Nobelê ligel plaketê mîlyon dolarek pere ye.
Komîyate Nobelê di daxuyaniya ku belav kiriye de qala 305 kesî kiriye lê di heman demê de gotiye ku ji sala 2019'an ve herî hindik îsal kes wekî berendam hatine nîşandayîn.
Komîte navên ku hatine pêşniyar kirin eşkere nake û 50 salan vedişêre, lê kesên ku ew pêşniyar kirine dikarin ji bo raya giştî berendam yan jî berendamên xwe eşkere bikin.
Mebûsa Partiya Keskan a Norwecê diyar kir ku wê aktîvîstên kişwerê Greta Thunerg û Vanessa Nakate wekî berendam nîşan dane.
Serketiyên Nobelên 2022'yan:
- Nobela Aştî kerde hîri parçey
- Nobelê Wêjeyê dan Annie Ernaux


