Diyarname
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş di civîna Koma Meclisê de axivî û careke din berê xwe da hikumeta AKP'ê.
Vaye ji axaftina Demîrtaş çend sernav:
- Dibêjin daxuyanî ji ber min dereng maye. Dê 7 meh berê daxuyanî bidana, we çima neda? Çima? Heft meh we çima pêşî li daxuyanî girt? Hikumet pêşî bila bersiva vê bide. Hûn diçanin çima, ez bêjim, xwest demek nêzî hilbijartinê vê bikin. Berî hilbijartinê bi sê mehan vê deklerasyonê belav dikin lê ji meclisê dê kîjan zagon derê? Em bi AKP'ê ne baqer in, ev gotin wan dîn û har dike. Em bawer nakin, bawer nakin, hûn fêm nakin? Emê bi çi yê we bawer bin?
- Em bi rastî jî dixwazin çek rawestin. Di vê xalê de em û hikumet cuda difikirin.
- Di meşa aştiyê de em dixwazin aştiya rastîn diyarî gelên me bikin, lê ew dixwazin xeyala aştiyê bifroşin. Ez dubare bikim: Em bi qasî mîsqalî zere bi we ne bawer in ku hûn dê demokrasî, azadî û aştiyê bînin vî welatî.
Mirina karkeran
- Dema li kargehek 10 karkerin bimirin xwediyê kargehê bi qasî mîsqalek hesabe nede, tirseke wî ya wia tune be ev yek tê vê wateyê: Li her derê Tirkiyeyê ewlehiya karkeran tune ye. Mesele ne tenê kargehek e. Hemû kedkaran pêşkêşî sermayedaran dikin.
HDP û AKP
- Tu lihevkirina me û AKP'ê tune ye. Yên ku dixwazin bi me re li hev bikin bila li rêgezên me yên bingehîn binêrin. Em dê li gor bêrêgeziya hinan jiyaneke nû çênekin. Bi her cure komplo û derewan dixwazin zor li me bikin. Ji ber ku qirêjî û xirabiya wan ew qas mezin e û nikarin vê veşêrin êdî virde wirde êrîş dikin.
- (Bersiva Arinç dide) Yên ku wekî partiya projeyê hatine, sedema hatina xwe dişibînin me. AKP'yek ku wekî proje hatiye difikirine ku dê bi projeyek têk here. Em projeya gel in. Ji bo sazkirina dîktatoriyek em naxwazin HDP'ê bikin desthilatdar. Ji bo desthilatdariyeke her kes beşdar bibe em dixebitin. Yê me pêdiviya me bi qesrên nû tune ye. Yê me pêdiviya me bi desthilatdariya kedê heye. Dilê we, we ber bi ku de diçe herin wir. Ew der rêya rast e.
Zarokên îşkence li wan tê kirin
- (Li ser zarokên li Şakranê bang li Wezîrê Edaletê dike) Birêz Bozdag herin Girtîgeha Şakranê. Mufetîşan neşînin. Hûn bi xwe herin guh bidin zarokan û wisa cezayeke bidin berpirsan ku careke din newêrin tiştek wisa bikin. - Îro BHH'ê (Tevgera Yekîtiya Pûşperê) biryara xwe daye. Em hurmetdarê her cure hilbijartinê ne. Hevalan gotiye ewê di hilbijartinê de serbixwe bin. Ne hewceye em bên dijberî hev. Her kesê bi me re dê di nav vê têkoşînê de be me wekî hevrêyê xwe dît. Emê di heman çarçoveyê de ligel BHH'ê jî di nav piştgiriyê de bin. Di dawiya hilbijartinê de jî ji bo vê emê hewl bidin.
BHH