Diyarname
Komîteya Nobelê dest bi belavkirina Xelatên Nobelê yên îsal kir. Niha Xelata Nobelê ya Tibê hate dayîn. Serokê Komîteya Xelata Nobelê Thomas Perlmaan li Enstîtuya Karolinska ya li Stockholma Swêdê eşkere kir ku wan biyolog Svante Paabo hêjayî xelatê dîtiye.
Biyolog Svante Paabo li ser ji nû ve avakirina agahiya paleogenomik ku qir li nifş û cureyên vê avahiya genomik ketine xebitiye. Juriyê gotiye ku cudahiya genetîkî ya mirovan û hominidan dê derxe holê, dê bike ku em vê ji nû ve kifş bikin, loma jî ew hêjayî xelatê dîtiye.
Paabo di çarçoveya Xelatên Asturiasê de, di sala 2018'an de Xelata Lêkolîna Teknîk û Zanistî girtibû.
Nobel pêşî Xelata Tib û Fîzyolojî eşkere dike. Paşê bi rêzê roja sêşemê Xelata Fîzîkê, roja çarşemê Xelata Kîmya û Roja Pêncşemê jî Xelata Wêjeyê eşkere dike.
Paabo dê ligel plaketê 10 mîlyon krona Swêdê xelatê bigire.