Diyarname
Li Kîlîsê mizgeftek bi nave "Mizgefta Kurdan" heye. Di sedsala 17'an de ji aliyê Huseyîn Axayê Kurd ve hatiye çêkirin. Ji wê demê ve bi nave "Kurtler Camîî" (Mizgefta Kurdan) li ser piyan e lê ji aliyê Walîtiya Hatayê ve ev navê kurdan jê hat birîn û tabelaya "Turkler Camî Şerîfî" hat daliqandin.
Piştî ku Mebûsê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî mijar anî meclisê rewş zelal bû. Geverî bi pirsiyarnameyek ji Cîgerê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu mesele pirsî. Di bersiva ku ji Midûriyeta Giştî ya Weqfan hat de diyar dike ku ew der bi navê "Mizgefta Kurdan" tomarkiriye û midûriyeta xebatên li wir bike di bin navê Mizgefta Kurdan de dike. Lê ligel vê bersivê jî Midûriyeta Herêmê ya Weqfan ew navê "Mizgefta Kurdan" ji wir rakiriye û tabelaya "Mizgefta Tirkan" lêkirine.
Hat gotin ku Walîtiya Hatayê ev biryar daye û ev tabela daliqandiye.
Ji Ajansa Mezopotamyayê hatiye girtin


