Feratê Dengizî
- A yadê, a yadê…
- Ca min nebin, ca min nebin…
Jiyan çima wisa ye, yan jî jiyan çi ye? Ji roja ku însan bîrbiriyê, ev pirs bêbersiv e. Yan jî bersiv têrê nakin.
Cenaze ber bi mezel dibin. Girî û hawar û tofan. Kevirên binî rast dikin, kurê wê dadikeve menzel û cawî didin dest, hawar didome.
- Kevirekî biçûk bidin!
- Ferşikekî têx bin serî, bere wê bila bikeve Başûr, Quble.
- Ferşan bidin dest hev.
- Berxo tu derkeve.
Bi destsivikî ferşa dirêsin, hinik kewş û çend bêr ax dadiweşin mezel. Deng biriyaye. Deng ê xwezayê ye, şev kilama xwe dibêje.
Yek dibêje, “de bes e, bira qepçe axê bavêje, ser bigire…” Bavo ax jî tev kevir û hîm… Kepçeyê ku li ser “New Holand” dinivîse, lepê xwe wekî yê însan dixebitîne û xweş karê xwe dike, ligel ayet û diayan. Navgîna gawiran û tevgera bisilmanan bi hevkarî kare mirinê dikin. Mirî defn dikin. Di kûrahiya 5-6 metroyan de wê nazenînê bi tenê dihelin. Ser dilê wê tije kevir û ax dikin. Her kes di malavayiya kepçe û ajovan de ye. Lê ya mirî, di saxiya xwe de û yên hizmetkarê mirinê, Xwedê dizane ku çend caran ji gawiran re xeber gotine û sixêfên xwe pê nexişandine. Lê mala kepçeya “gawiran-kafiran” ava..!
Hey lo. Heqet mirin çi bû! Lê jiyan! Domdariya jiyanê û têkiliyên civakê û bawerî…
Hela de tu jî gawiriyan meke!
Derdora mezel rast dikin. Qoriyek birîket lêdikin.
- Kêlika wê yek bira ne rast be, tîk têkeve axa gorê.
Jin e ya, bila bê fêhmkirin ku ev gor a jinê ye.
- Pir fireh bû!
- Çend tovên nêrgiza bînin û hinek av.
- Bira mele bê.
Bêdengî.
Dem, yanî zeman û xweza yan jî gerdûn bi sebr û zaneyî jiyanê, hebûnê dirêsin û mirinê jî. Karê xwe dikin, em jî. Belkî bêxeber.
Zeman, afirîna her tiştî.
Hûnandina hezkirin û evînê, ya hebûnê. Zeman.
Koma ku li ser mezel kombûne ji serma agirekî pêdixin. Kewş û darên hişk zêdene.
- Bira agir wê darê neşewitîne!
- Baldar bin.
Serwerî ya dengê mele, yê kurdî yê, xemgîn e.
Piştî xwendina erebî ya çend kêliyan, kurdî bi nermî diherike şevê;
- Hediya qîza Gulê.. Hediya qîza Gulê… Metirse, wê çend melek bên ser te…..
Heqet çima “qîza Gulê”, ne ya Behrîn!
Hela tu jî dîsa gawiriyan neke!
Merivê miriyê dikevin rêzê. Her kes sersaxiyê dixwaze û belav dibe. Lê koma jinan, bi girseyiyeke ku xofê dixe dilan diherikin ser gorê.
Wekî dîmeneke xeyala yan jî ruhberiya Bextiyar Elî!
- Ax yadê, ka ca min.
- Xêrnediyê.
- Te ez hiştim û tu çûyî… Ax yadê, hawarê.
Bêdengiyek demdirêj. Di sarseqema şeva mijdarê de, jin wekî qijakên belek ku girseya wan ji dûr ve tê ferqkirin, wisa sekinandî.
Bêdeng.
Gelo mirin bêdengî ye!
Senfoniya bêdengiyê.
Yan jî rewşguhertin…
09.Mijdar.2017 / Dengiza


