Diyarname
Serokdewletê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump du meh berê gotibû ewê di hilbijartina 2024'an de carek din bibe berendam, niha kampanyaya xwe da dest pê kirin. Trumpî ji New Hampshire û South Carolinayê dest bi kampanyayê kir.
Trumpî li South Carolinayê koma xwe ya hilbijartinê da nasîn û got, "Peywira me ya sazkirina Amerîkaya mikemel ku nîvî mabû emê temam bikin."
Heta niha ji Komarparêzan ji bilî Trumpî kesî berendamtiya xwe eşkere nekiriye.