Şengul Ogur
Qurmê ramana dawiya -dîrokê di baweriyên olî de veşartîne. Di Încala Îsa de, di Qurana Mihemed de ramana dawiya -dîrokê heye.
Di Hegel de jî ev raman heye, di Marks de jî, di Fukuyama de jî heye.
Hegel dîrokê bi derketina kole û efendiyan a ser dika dîrokê dide dest pê kirin û bi şerê jenayê vê dîrokê bi dawî dike. Loma di hegelî de, bi şerê jenayê re êdî kole jî bo îdealekê canê xwe fidakirine û ji bo vê yekê jî dawî li koletiyê hatiye. Piştî ku kole neman, efendî jî namînin li gor hegel.Loma ê ku efendiyan dikin efendî kole, heyîna koleyan e. Ji bo vê sedemê jî ji bo ku dawî li kole û efenditiyê tê, êdî dawî li dîrokê jî tê û dîrok meşa xwe bi dawî dike.
Ev îdeala ku Hegelî behs dikir dewlet bi xwe bû. Lê Hegel nizanibû ku dê bi hemwelatbûyîna dewletekê kole azad nebe û hîn bêtir bibe kole. Wî dewlet baş nexwendibû. Ji bo vê sedemê jî dawî li dîrokê nehat.
Marks jî digot dê dawî li dîrokê bê. Çawa? Piştî pergala kapîtalîst hate hilweşîn û li şûna wê pergala sosyalîst û dû re bi avakirina dewleta komunîst dê dawî li dîrokê bê û her kes dê wekî hev û azad be. Marks jî wekî Hegel di çirava dewletê de teqinî û loma ya wî nebû!
Fucuyama çi digot? Wî jî digot dîrok bi dawî bûye. Loma pergala kapîtalîst li hemî gerdûnê di hêla sosyal, siyasî, aborî û kulturî de serdest bûye û dawî li dîrokê hatiye û dîrokê meşa xwe qedandiye. Lê dîrok hîna berdewam e…
Gelo dawiya dîrokê heye? Helbet ku destpêkek wê hebe dê dawiya wê jî hebe. Gelo çi ye destpêka dîrokê? Destpêka dîrokê bi derketina qada dinê ya dewletê dest pê dike û bi hilatina wê dê dawî li dîrokê bê.
Aha niha mirovahî hewl dide ku vê dewletê ji dîrokê hilîne û hewl dide ku xwe ji hemwelatbûyîna dewletê rizgar bike.
Şoreşa Fransayê hem dawî û hem jî destpêka gelek tiştan bû. Rêveberiyên monarşîk têk çûn û nirxên wekî azadî, demokrasî bi pêş ketin.
Ev yek ji merheleyê mezin a ber bi azadbûyîna mirov bû, serdestî ji destê kesan derbasî gel bû û hwd. Û ev bayê ku ji Fransayê rabû dinya hemû da berxwe û kire bin bandora xwe.
Hin bûyer hene ku dinyayê hemû dikin bin bandora xwe. Loma ev daxwazên ku di van bûyeran de têne bilindkirin daxwazên hemî civakên dinyayê ne û bûyerine dîrokî ne.
Bûyerên li Yewnanistanê pêk tên bûyerên ku li Fansayê pêk hatibûn bi bîra mirov tînin.
Ev nêzî deh rojan in gelê yewnan li ser piya ye û roj bi roj belavî hemû dinyayê dibin ev bûyer. Sedem çi ye? Yek hate kuştin û gel rabû ser piya.
Ê ku hat kuştin ne serokdewletek bû, ne serokê partiyek îdeolojîk bû, ne şêx û rahip û hamamek bû, ne dewlemendek jî bû. Kî bû yê ku hat kuştin? Zaroyekî şanzdeh salî bû. Kê kuşt? Ne dijminên yewnanan kuşt, ne dewleteke biyanî kuşt,d ewleta yewnan bi xwe kuşt.
Li dijî kê çalakî têne kirin. Li dijî dewleta yewnan. Kî dike gelê yewnan.
Divê di vir de em bifikirin. Yek hat kuştin, yekî ji rêzê! Zaroyekî 16 salî, dewleta yewnan kuşt û gelê yewnan li dijî "dewleta xwe" ketiya çalakiyan.
Nexwe di vir de ya ku lê tê xwedîderketin, jiyan e, jiyana însên e. Û ya ku te şermezar kirin ya ku li dijî wê çalakî têne kirin "Dewlet" e.
Ger ku yê hatî kuştin serokek an şêx, rahip, hahamek ba û li çalakvan li dijî miletekî din an jî dewletek din çalakî bikirana me ê tu hêvî ji van bûyeran nekira. Lê ji bo ku ê hat kuştin yekî ji rêzê ye, ya ku lê tê xwedî derketin jiyana insên e û ya ku pê re şer têkirin mekanîzmaya dewletê bixwe ye. Em dikarin hêviyan ji van çalakiyan bikin.
Ji bo vê sedemê jî tişta ku li yewnan dibe ne tiştekî ji rêzê ye. Gel êdî gihaştiya wê ramana bilind a ku êdî dewletê naxwaze. Ji dewletê re dibêje ku êdî tu nikare qestî jiyana min bikî. Dibêje em "dewleta kujer" naxwazin. Lê dewlet di xisleta xwe de kujer e û bi xwînê dijî. Nexwe gelê yewnan dibêje, em dewletê naxwazin. Loma dewlet bi hemû kiryarên xwe dijmirovahî ye. Hovane ye. Xwînxwar e. Şerxwaz e.
Êdî mirovahî ji derewên Freûd hişyar bûye. Gel, mirovahî, mirov tu caran di xwezaya xwe de ne şerxwaz e, ne aşiqî ditina xwînê ye. Freûd û gelekên wekî wî bi teoriyên derewîn hewl dan ku vê xwezaya dewletê ya xwînxwar li milê însên bar bikin. Da ku şerên dewletan, kirinên wan ên di şeran de kepîlas bikin. Belê... Mirovahî ji vê xewê hin bi hin hişyar dibe. Mirovahî hişyar dibe û hewl dide dîrokê bi dawî bike û dest bi dîrokê bike. Loma her dawiyek destpêkeke jî.
Çawa ku Şoreşa Fransî dawî li monarşiyên ku kesî bawer nedekir dawî li wan bê anîn, ev bûyerên ku li yewnan pêk tên jî, destpêka dawî -li -dewletê -anîn e
Dîrok bi avabûna dewletê dest pê kiriye û ji roja ku ava bûye û hetanî niha tişta ku daye mirovahiyê, kuştin, şer, îşkence, şîn û girî ye.
Bi rûxîna wê jî dê dawî li vê dîroka tarî bê û dinya ber bi ronahiyê ve biçe. Dawî li şer, kuştin, şîn û giriyê be, dawî li belangaziyê bê û helbet dê dawî li wan kesên ku xwîna wan nehêjaya pênc qirûşan lê xwediya dinyayê ne jî bê.
Ji bo vê yekê, EZ JÎ ŞANZDEH SALÎ ME.
***
Nivîsa din a li ser bûyerên Yewnanistanê:
- Li Yewnanistanê çi diqewime?
gernus@msn.com
**
Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Li Yewnanistanê çi diqewime?
- Bersiva Xanî ji bo Gazalî
- Di du rêzikan de xwendina Cizîrî
- Obamayê spî û hêviyên reşik
- Wekî fenomen kurdî
- Ji bo kapîtalîzkê "El Fatiha"
- Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ
- Zanîna me jî ji 'Z'yê tê
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewşenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweşê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên şikestî
- Giriyê Mirinê