logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  3. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Agahiyeke xweş: Hevserokên HDP'ê jî têde hemû rêveber hînê kurdî dibin

Di Roja Zimanê Zikmakî de ev agahiyeke xweş e: Biryar hat girtin ku Hevserokên HDP'ê jî têde hemû rêveberên HDP'ê dê per

  • Dîrok: 20/02/2021
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Di Roja Zimanê Zikmakî de ev agahiyeke xweş e: Biryar hat girtin ku Hevserokên HDP'ê jî têde hemû rêveberên HDP'ê dê perwerdehiya zimanê kurdî bibînin.

Li gor nûçeya Emrullah Acar a di Ajansa Mezpopotamyayê de Hevberdevkê Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Salîm Kaplan diyar kiriye ku li dijî polîtîkaya pişaftinê ya li ser zimanê kurdî wê tekoşîna xwe bilindtir bikin.

Kaplan diyar kiriye ku ji bo HDP’ê hemû ziman girîng in û têkildarî polîtîkayên ziman ên partiya xwe ev tişt gotin: “HDP’ê di rêziknameya xwe de diyar kiriye ku pir zimanî, çandî, olî diparêze. Ji ber xetereya li ser zimanê kurdî bi destê HDP’ê ji bo lê xwedî derketina kurdî têkoşîneke bêhampa tê dayîn. Di pêşerojê de jî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî helwest nîşan dabû. Gelek caran ji bo li meclisê komîsyona zimanê kurdî were avakirin û zimanê kurdî di zagonan de cih bigire gelek kar û xebatên HDP’ê çêbûn. Lê mixabin hin nakokiyên me hebûn. Ev nakokî çi bûn? Di nav partiyê de jî zimanê kurdî wekî zimanekî esasî nehat rûniştandin. Kêmasiyên HDP hebûn, wekî rexnedayî em dikarin nêzîk bibin. Gelek caran ji dostên me jî di vê çerçoveyê de de rexne dihatin.”

KOMÎSYON HAT AVAKIRIN

Kaplan, destnîşan kir ji bo ku li gorî rêziknameya xwe li zimanê kurdî xwedî derkevin û polîtîkayên pişaftinê bişikînin pêwistî bi gavavêtina wan hebû û wiha domand: “Jixwe HDP têkoşîna zimanê zikmakî wekî polîtikayeke esasî dimeşîne, di nava partiyê de ji bo ku  zimanê kurdî bibe zimanê esasî kar û xebatek hewce bû. Ji ber vê yekê komîsyonek hat avakirin, ev komîsyon xwe bi navê şopandina nexşerêya zimanê kurdî da pênasekirin. Ev komîsyon ji 2 hevalên LRN’ê (Lijneya Rêveberiya Navendî), hevalekî MP’ê (Meclisa Partiyê), 4 hevalên parlementer û 4 şêwirmendan pêk tê."

KOMÎSYON DÊ ÇI BIKE?

Li ser komîsyon dê çi bike jî Selîm Kaplan wisa got: “Destpêkê ji bo ku zimanê kurdî di nava partiyê de bibe zimanê bingehîn wê li tevahiya rêxistinên navçe û bajaran; di nava MP, LRN, koma meclisê, koma şêwirmendan de perwerdeya zimanê kurdî bê destpêkirin. Wê ev perwerdehî di 21’ê Sibatê/Reşemiyê de dest pê bike. Destpêkê wê 200 kes di nav van de şêwirmend, parlementer, endamên LRN’ê, MP’ê, hevserokên navçe û bajaran jî hene tevlî perwerdehiyê bibin. Wê her du hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî bibin şagirtê perwerdeya zimanê kurdî. Kar û barê komîsyonê ne tenê perwerde ye. Di heman deme de wê komîsyon ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî jî têbikoşe. Ji bo vê komîsyoneke dîplomasiya zimanê kurdî jî hat avakirin. Wê ev komîsyon girêdayî komîsyona nexşerêya zimanê kurdî xebatên xwe bike. Ziman êdî nayê parestin tê qetilkirin. Ji bo ev rewş bê teşhîrkirin dê komîsyonek di nav xebatên me di cih bigire. Wê Enstîtuya Kurdî, Med-Der, gelek rewşenbîr û nivîskar ji bo zimanê kurdî bi komîsyona me re bixebitin.”

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şex Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn

ad

Li ser 'Pêşangeha Sûretan' çend not

ad

Festîvala payîzê Filmekimi bi fîlmên navdar tê

ad

TGS: Li Pirsûsê mafê girtina nûçeyan tê astengkirin

ad

Xecê tu demê îşkenceyeke wisa nekişandibû!

ad

KCD: Xwedî li kurdên Rojava derbikevin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname