logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî
  2. Amedsporê ji kîsê xwe xwar!
  3. Bi daxwaza xwe diçe klînîka rehabîlîtasyonê
  4. Li Bundesligayê cara yekê ye wê jinek tîmî bi rê ve bibe
  5. Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê
news-details

Îsa Hiso kî bû?

Îsa Hiso di sala 1954’an de li gundê El Bora yê Til Hemîs ê ser bi bajarê Qamişlo ve hatiye dinê. Li mala bapîrê xwe ya

  • Dîrok: 31/07/2013
  • Beş: Serbest

Îsa Hiso di sala 1954’an de li gundê El Bora yê Til Hemîs ê ser bi bajarê Qamişlo ve hatiye dinê. Li mala bapîrê xwe ya li gundê Girbawî (Ebû Rasîn) ya girêdayî Qamişlo jiyan kiriye. Di destpêka temenê ciwaniya xwe de zewiciye, bavê 7 kur û 3 keçan e. Piraniya zarokên wî xwendevan in. 

Xwendina Hiso

Îsa Hiso di sala 1962/1963 li gundê Girbawî dest bi xwendina seretayî dike û xwendina xwe ya navîn û amadeyî jî li dibistanên Qamişlo ku piraniya wê li Dibistana El-Urûba dewam dike. Xwendina xwe li paytexta Lubnanê Beyrûdê di Zanîngeha Beyrûd a Erebî de beşa Hiqûqê didomîne. Îsa Hiso piştî demek dirêj ji xwendinê qut dibe û piştî salên dirêj di sala 2007’an de xwendina xwe li Zanîngeha Şamê dewam dike û di dema ezmûnan de ji ber ku di girtîgeha Edra ya paytext Şamê de girtîbû nekarî tevlî ezmûnan bibe.

Berxwedana Hiso ya siyasî

Di jiyana xwe ya siyasî de her dem rastî zexta hêzên ewlekarî ya rêjîmê hat, gelek caran ket girtîgehê û rastî îşkenceya tund a hêzên ewlekariyê ya rêjîma Baas hat. Her dem navê Hiso di nava lîsteyên girtîgehan de bû û derketina derveyî Sûriyê jê re hatibû qedexekirin.

Hiso di dema pola 6’an de dilxwazê partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) bû û di bin bandora fikrê Apê Osman Sebrî yê ku yekem partî li Rojava damezran de bû. Di dema xwendina xwe ya navîn de tevlî nava partiyê bû û di dema xwendina xwe ya amadeyî de bi hêrs tevlî nava xebatên çandî, civakî û siyasî dibe û di nava rêxistina xwendekaran a partiyê de cihê xwe digre û bi awayekî aktîf ji bo pêşxistina çand, siyaset û wêjeya kurdî gelek ked dide. Ew heta sala 1982’yan di  nav xebatan de cihê xwe digre.

Di wê demê de nakokî di nava rêveberiyên El-Partî de derdikevin û bi behaneya ku Hiso alîgirê PKK’ê ye û ramanê PKK di civînan de belev dike di dawiya sala 1983’yan de Hiso dev ji El-Partî ber dide û tevlî nava berxwedana Tevgera Azadiya Gelê Kurd dibe û dest bi qonaxeke nû ya berxwedanê dike.

Hiso û Şoreşa 12’ê Adara 2004’an

Di şoreşa 12’ê Adara 2004’an de bi awayekî aktîf cihê xwe digre û wekî nûnerê giştî yê têkiliyên derve yê PYD’ê tê erkdar kirin. Her wiha di wê demê de nûneriya PYD’ê di civînên rêxistin û partiyên siyasî de dike. Di wê demê de gelek civîn û hevdîtinan bi nûnerên eşîrên kurd û ereb û pêkhateyên din re lidar dixe.

Gelek caran hate girtin

Têkoşerê kurd Îsa Hiso ji bo Newroza sala 2004’an were lidar xistin îsrar dike û nêrîna wî dijî ya partiyên siyasî ku wê demê dibêjin pêwîst e Newroz neyê lidar xistin û şîn bê girtin û alên reş werin daliqandin. Di nêrîna Îsa Hiso de biryara partiyên siyasî ya nelidar xistina Newrozê teslîmkarî ye. Li ser vê yekê PYD’ê ji gelê kurd xwest ku dakevin qadan Newrozê pîroz bikin û şahiyên Newrozê tên lidar xistin.

Ji ber îsrara lidar xistina Newrozê di 11’ê Nîsana 2004’an de Hiso hate girtin û sewqî girtîgeha Şamê beşa îşkenceyê ya 295’an hate kirin. Piştî 12 rojan ji îşkenceya hovane Îsa Hiso tevlî 650 girtiyên siyasî  ku di Şoreşa 12’ê Adarê de hatine girtin sewqî girtîgeha leşkerî ya Seydnaya tên kirin. Di girtîgehê de rastî îşkenceya cesedî û psîkolojî tê. Îsa Hiso piştî 3 meh û 7 rojên di girtîgehê de derbas dike di 22’ê Tîrmeha 2004’an de serbest tê berdan.

Îsa Hiso piştî derketina ji girtîgehê careke din li xebata xwe ya siyasî vedigere û di kongreya 2’mîn a PYD’ê de wekî endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya PYD'ê tê hilbijartin, her wiha wekî berpirsê PYD’ê li herêma Cezîrê cihê xwe digre.

Îsa Hiso di 24’ê Cotmehê de ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve tê xwestin û ji aliyê beşa 235’an wekî Fiestîn tê zanîn 3 rojan lêpirsîn pê re tê dikin.

Di 14’ê Tîrmeha 2006’an de Îsa Hiso di merasîma şehîdên Azadiya Tevgera Azadiya Gelê Kurd a li Şêxmeqsûd a Helebê de diaxife û li ser vê yekê Îsa tevî Mihemed Akûfa ku wê demê de spîkertî kiribû tên girtin û 3 mehan di girtîgeha tîpa F’ de dimîne û piştî 3 mehan ji aliyê ewlekariya siyasî ya Hesekê ve serbest hate berdan.

Îsa Hiso di 2’ê mijdara 2007’an de li Qamişlo tevlî meşa şermezarkirina êrîşên Tirkiyê li ser başûrê Kurdistanê dibe. Li ser vê yekê Hiso tevî 25 kesên din tên girtin û rastî îşkenceya hovane ya hêzên rêjîma Baas tên. Di wê demê de di girtîgeha polîsên leşkerî ya Hesekê, girtîgeha Hesekê ya navendî û ji wir sewqî girtîgeha Navendî ya paytexta Sûriyê Şamê tê kirin û di 3’ê kanûna 2008’an de serbest hate berdan. Piştî rojek ji serbest berdanê di 4’ê Kanûna 2008’an de careke din ji aliyê îstixbarata giştî ya Sûriyê ve hate girtin û 15 rojan îşkence lê hate kirin.

Di 16’ê cotmeha 2010’an de careke din ji aliyê hêzên ewlekariya rêjîma Baas ve hate girtin. Wê demê nû ji kongreya 4’an a PYD ku li başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin vegeriya bû. Derbarê kongreyê de lêpirsîn pê re hate kirin û di 22’ê cotmehê de dest û çavên wî hatin girêdan û sewqî paytexta Sûriyê Şamê hate kirin, piştî 3 mehan ji rewşa zehmet di 10’ê Sibata 2011’an de ji aliyê ewlekariya siyasî ya Hesekê ve serbest hate berdan.

Di wê demê de derketina derveyî Sûriyê û heta di nava parêzgehên Sûriyê de jê re hate qedexekirin û navê wî li ser hemû navendên kontrolê hate belavkirin.

Piştî şoreşa Rojava û Sûriyê

Îsa Hiso di 16’ê kanûna 2011’an de tevlî kongreya yekem a Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê dibe û wekî Endamê Dîwana Serokatiya Meclisê tê hilbijartin, di sala 2012’an de wekî Endamê komîteya Têkiliyên Derve yê Desteya Bilind a Kurd hate hilbijartin. Hiso di 2013’an de wekî Rêveberiya Têkiliyên Dîplomasî yê Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin û wekî endamekî rêveber di Komîteya Dîplomasî de cihê xwe girt.

Hiso tevlî gelek civînên navnetewî yên derbarê pirsgirêka kurd li Stenbol, Fransa, Norwec û Başûrê Kurdistanê bû.

Ji zarokên Hiso yê bi navê Ferhad Baran di sala 1995’an de tevlî nava refên PKK’ê dibe û piştî 12 salan, di şereke di navbera PKK’ê û leşkerên tirk de, di 21’ê Tîrmeha 2006’an de jiyana xwe ji dest da. Kurekî wî yê din Îbrahîm jî di 23’ê Tîrmeha 2007’an de beşdarî PKK'ê dibe. 


Agahî ji rojnivîsa bîranînên Tekoşer Îsa Hiso hatine wergirtin.

 

 

***

 

Nûçeya eleqedar:

- Cenazeyê Îsa Huso ji aliyê hezaran ve hate wergirtin 

 

- KCD'ê û BDP'ê ji bo Huso peyam weşand 

 

- Endamê DBK'ê Îsa Huso di êrîşa bombeyî hat kuştin 

  

Parve Bike

Youtube Me

"Queen At Sea" mirovan dide fikirandin

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

news
  • 27 03 2026

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Îsal ji bo Roja Ziman li ku derê çi hat kirin?

ad

HELEBÇE*

ad

Li Farqînê rojnameger hatin astengkirin

ad

Kobanî ye ne Kobanê!

ad

Bajar bi bajar pîrozbahiyên 1'ê Gulanê

ad

Raza di du peyvan de veşartî: ‘Enel Heq’

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

  • 13 04 2026
news

Amedsporê ji kîsê xwe xwar!

  • 13 04 2026
news

Bi daxwaza xwe diçe klînîka rehabîlîtasyonê

  • 14 04 2026
news

Li Bundesligayê cara yekê ye wê jinek tîmî bi rê ve bibe

  • 14 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname