Diyarname
Ji bo parastina Sînemaya Emekê komek sînemager li Taksîmê hatin ba hev. Polîsan êrîşê wan kir.
Derhêner Erden Kiral, lîstikvan Tuncer Kurtiz, Cem Davran, Derya Alabora, Hazal Kaya, Can Bomono, Mumtaz Taylan, Sera Yilmaz, Riza Kocaoglu jî di nav de gelek sînemager û sînemahez ji bo parastina Sînemaya Emekê li Taksîmê hatin ba hev û heta ser kuçeya Sînemaya Emekê meşiyan. Derhênerên biyanî yên ji bo Festîvala Stenbolê hatibûn Stenbolê Costa-Gavras, Mike Newell, Marco Becchis û Jan Ole Gerster jî ji bo piştgiriya çalakiyê hatin cihê çalakiyê.
Meşvanan pankart û dovîzên wekî "Emek a me ye","Dem dema têkoşîna ji bo sînemaya Emekê ye!", "Stenbol ranezê xwedî li Emekê derê", "Ji Emekê derên, Demirorenê xira bikin", "Bila Demiroren xira bibe, Tayip di binî de bimîne", "Sînemaya Emekê hê li vir em, em li vir in", "Ev hê destpêkek, têşokîn didome" vekirin û diruşm avêtin.
Li ser kuçeyê daxuyaniya sînemageran hate xwendin û hate gotin ku ji bo ji xirakirina sînemaya Emekê re bibêjin bisekne, ji bo bibêjin kuçe, meydan û bajar ê me ye em li vir in.
Derhênerê navdar Costa Gavras jî kurteaxaftineke kir û got: "Xirakirina sînemaya Emekê xetayeke dîrokî, xetayeke civakî ye. Fikra min ew e ku ev sînema gere bijî."
Derhêner Erden Kiral di axaftina xwe de "Ev salon Kabeya sînemaya me ye, em wê bi paş de dixwazin" bikar anî, lîstikvan Sera Yilmaz jî bang li Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê Omer Çelik kir û got: "Çelik dibêje ji nû ve tê çêkirin. Navê vê ne çêkirin xirakirin e. Bila ji me re nebêjim dê sînema xira nebe, li jor bê çêkirin. Ev deriyê sînemayê li kuçeyê vedibe, li ciheke din venabe."
Piştî axaftina çalakgeran xwest polîs kuçeyê vekin ku ew dê heta ber salona sînemayê vekin, lê polîsan destûr neda. Çalakger ku heta saetekê li ser kuçeyê man û bi biryar bûn ku dê bikevin kuçeyên, polîsan bi bombeya gazê û bi avê êrîşê çalakgeran kir. Di çalakiyê de digel endama juriyê ya FIBRESCİ ya Festîvala Fîlman a Stenbolê Berke Gol, Hazar Berk Buyuktunca, Ozgur İpek û Mehmet Ferit Aka hatin binçavkirin.
Piştî bûyerê ji bo kesên hatine binçavkirin bêne berdan li ber Midûriyeta Emniyeta Beyogluyê çalakiya protestokirinê hate lidarxistin. Çalakgeran demek dirêj çepik lêdan.
Her wiha Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) daxuyanike nivîskî weşand û êrîşa li hemberî sînemageran şermezar kir.