Di matematîk, fen û xwendinê de rewþa Tirkiyeyê
Diyarname
Li welatan dersên matematîk, fen û jîrekiya xwendinê gelek muhîm in loma PISA her sal li ser welatên OECD lêkolînê dike, her sal rewþa wan dipîve. PISA'yê notên sala 2015'an pêþkêþ kirin, Tirkiye di rêzên jêrîn de ye.
PISA'yê (Bernameya Nirxandina Xwendekarên Navneteweyî) encamên 2015'an eþkere kirin. Di van dersan de notên Tirkiyeyê daketine bin asta sala 2003'yan ku ji wê salê vir de hin pêþketin çêbûbûn.
Di nav OECD (Welatên ku pêþdikevin) de 70 welat hene û li gor van welatan Tirkiye di warê fenê de bûye 51'emîn, di warê matematîkê de bûye 48'emîn, di warê xwendinê de jî bûye 49'emîn.
Bernameya ku pê notan derdixe wisa dike, "Xwendekar agahiyên li dibistanê hîn bûne di jiyanê de bikar tînin yan na." Ji 72 welatan performansa 540 hezar xwendekarên bi temenê bin 15'an re hatiye nirxandin û encam derketiye.
Di encamê de encama herî baþ Sîngapûrê bi dest xistiye, dûre Çîn, Japonya û Estonya tê. Di dawiya lîsteyê de jî Komara Domînîk, Cezayîr û Kosova hene. Tirkiye di nav welatên ber bi dawiya lîsteyê de ne cih girtiye.
Sekreterê Giþtî yê OECD Angel Gurría nirxandinek wisa kiriye: "Di deh salên dawî de zanist bi lezek mezin pêþde çû, lê perwerdehiya li dibistanan bi heman awayî pêþneket. Welatên skorên herî baþ bi dest xistine jî divê hê gelek rêyan li dû xwe bihêlin. Ji bo her zarok perwerdehiya herî þa bi dest bixe divê hê gelek tiþt bêne kirin."
Ji DW hatiye girtin