Diyarname
Ajans Press ajansa şopadina çapemeniyê ye. Ajans Pressê li ser nûçeyên salê lêkolîn kir û nûçeyên ku di sala 2022’yan de li Tirkiyeyê herî zêde bûne rojev û li ser hatine axivîn eşkere kirin.
Ajans Pressê çapmeniya nivîskî, TV/Radyo û malperên înternetê şopandine û ji wan nûçeyên derketine pêş derxistine. Bi giştî li ser 15 hezar çavkaniyan lêkolîn hatiye kirin. Di 7 waran de 5 nûçeyên derketine pêş û bûne rojev rêz kirine.
Va ne ew nûçe:
NÛÇEYA ZÊDE HATIYE XWENDIN
Di beşa nûçeyên herî zêde hatine xwendin de teqîna li madena Amasrayê bûye yekemîn. Paşê teqîna li Kolana Îstîklalhe cih girtiye.
SPOR
Di nûçeyên sporê de Trabzon Spor derketiye pêş ku piştî 38 caran yekem car îsal bûbû şampiyon. Paşê îstîfaya Serokê TFF’ê Nihat Ozdemîr cih girtiye.
SIYASET
Di warê siyasetê de nûçeya herî zêde bûye rojev îstîfaya mebûsê tirk Mehmet Ali Çelebî bûye. Çelebî ku ji Îzmîrê ji lîsteya CHP’ê wekî mebûs hatibû hilbijartin, ji wir îstîfa kiribû û derbasî Memleket Partisî bûbû, ji wir jî îstîfa kiribû û çûbû AKP’ê.
ABORÎ
Di nûçeyên aboriyê de meseleya mehaneya asgarî derketiye pêş. Di serê 2022’yan de heqdestê mehane ya herî kêm bûbû 4253 TL, di tîrmehê de ev yek zêde kinin û derxistin 5500 TL’yî. Nûçeyên li ser vê di rêza yekemîn de cih girtiye.
NÛÇEYÊN GLOBAL
Nûçeyên li ser meseleyên navneteweyî jî ketine lîsteyê. Di vê beşê de şerê Rusya û Ûkraynayê di rêza yekemîn de cih girtiye. Mirina Kralîçeya 2’yemîn Elizabethê bûye duyem. Merasima Oscarê ku têde lîstikvan Will Smith sîle li yek ji pêşkêşvanan Chris Rock dabû bûye sêyem. Paşê nûçeya kuştina keça kurd Jîna Emînî di rêza çarmîn de cih girtiye. Dûre şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê cih girtiye.
MAGAZÎN
Di beşa magazînê de nûçeya li ser strana Sezen Aksu cih girtiye. Aksu di sala 2017’an de straneke bi navê “Şahane Bir Şey Yaşamak” çêkiribû, ev stran îsal carek din bû rojev û di beşa magazînê de di rêza yekemîn de cih girt. Hin aliyan bi îdîaya “heqaret li nirxên olî kiriye” êrîş kirin, dozger jî doz vekir.
NÛÇEYA MIRINÊ
Di beşa mirinên herî zêre li ser hatiye axaftin de mirina lîstikvana Yeşîlçamê Fatma Girîkê cih girtiye. Girîk di 79 saliya xwe de miribû. Dûre nûçeya mirina Cuneyt Arkin hatiye.
***
Nûçeyên 2022'yan
- Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû
- 2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine
- Senatoyê butçeya parastinê erê kir
- Japonyayê asta lêçûyînên leşkerî bilind kir
- Nivîskarên sînemayê fîlmên salê hilbijartin
- Japonan jî “peyva salê” hilbijartin
- Timeê Serokdewletê Ûkraynayê Zelensky wekî “Şexsê Salê” hilbijart
- Va ne rêzefîlmê serketî yên salê


