Diyarname
Hejmara nû ya kovara Tîrojê derket. Di vê hejmarê de li ser mîzaha kurdî dosyayeke hatiye amadekirin.
54'emîn hejmara kovara Tîrojê ya rêbendan û reşemiyê derket. Kovarê di vê hejmara xwe de bi navê "Kurd û karîkatur" dosyayeke amade kiriye. Dosyaya ku ji aliyê Bulent Ulus ve hatiye amadekirin, Halil İncesu, İmam Cici û Huseyin Işik bi dîtinên xwe ku hevpeyvîneke tevahî hatiye kirin. Ender Ozkahraman jî bi nivîsa xwe beşdarî dosyayê bûye. Di dosyayê de li ser nîqaşa mîzah (qerf) û karîkatura kurdî wisa tê gotin: "Belê tiştek bi navê mîzaha kurdî heye. Her civak mîzaha xwe saz dike lê ji bo karîkatura kurd em nikarin heman tiştî bibêjin, ji ber ku em hê çend kes in û me li ser karîkatura tirkî kok da û em hatin." Lê li aliyê din ji wan hin li hemberî gotina "ev karîkatura kurd e, ev a tirk e" jî derdikevin û rast rabînin ku karîkatur bi neteweyekê ve bê girêdan. Her wiha meseleya kovarên mÎzahî yên bi kurdî wekî Tewlo, Pîne jî tê sekinîn û mijar tê ravekirin.
Di kovarên de çend hevpeyvîn jî hatine weşandine. Di nav van hevpeyvînan de yek jê Çiya Mazî kiriye ku ew bi Profesor û lêkolînvan Celîlê Celîl re axiviye. Celil îdîa dike ku edebiyata kurdî di dîroka xwe de bi qasî îro ew qas xurt nebûye. Prof. Celîl ku hem li ser ziman û hem li ser wêjeyê sekiniye, romanên nivîskarên kurd jî para xwe ji rexneya wî girtiye. Celîl qisa dibêje: "Ez hinekî subjektîf im. Mesela roman. Ez navan nebêje, hinek henin ez radihêjimê ku romanên wana bixwînim, bîst rojan dixwînim, diwestim. Dijwar tên xwendin, xwendevan li pey xwe nabin. Roman gerek zû bê xwendin. (...) romanên me hene têde diyalog tune ne. Her fikir, fikir û fikir, dişalog tune ne:"
Ji hevpeyvînên bi kurdî Fehim Işik jî bi helbestvan Beren Bereh re hevpeyvîneke kiriye. Ji hevpeyvînan Serpil İlgun û Şengul Karadag jî bi nivîskar Nuray Mert re axivîne. Nivîskara Milliyetê Nuray Mert li ser pirsgirêka kurd, çareseriya wê û rewşa civakî dîtinên balkêş anîne ziman.
Ji ber ku kovar rastî sala nû hat du nivîsên li ser sala nû jî hatine weşandin. Ji van nivîsa Vedat İlbey bi kurdî, ya Sezai Sarioglu jî bi tirkî hatiye weşandin. Hakki Ozdal jî li ser Wanê nivîsa xwe nivîsandiye.
Her wiha Rêzan Nas, Nevzat Onaran, Murad Pola, Azad Zal, Cuma Boynukara, Mehmet Turkmen, Ferhan Umruk, Ar-da Janxwar, Sevda Karaca, Vedat Çetin, Bariş Avşar, Muze Tuzcuoglu bi nivîsên xwe beşdarî kovarê bûne.
***Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


