Berdevka HDP'ê Gunay bang kir: Dersa kurdî hilbijêrin
Diyarname
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay îro li Navenda Giþtî ya HDP'ê li ser rojê daxuyanî da çapemeniyê. Gunay ji bo hilbijartina dersa kurdî jî bang kir.
Gunay pêþî bi tirkî li ser mijarên rojevê, dûre qala civîna wan a li Amedê ku 22'yê mehê dê li dar bikeve kir û paþê dest bi kurdî kir. Gunay bi kurdî mamoste Zara Mihemedî ku ji ber dersa kurdî hatiye girtin bibîr anî û li ser hilbijartina dersên bi kurdî yên li dibistanan sekinî.
Berdevka HDP'ê Gunay bi kurdîli ser vê mijarê wisa got: "Bangawazîya me ji bo zimanê kurdî ye. Lê ev yek niha li Tirkiyeyê çênabe. Dîsa jî derfetek heye, ew jî li dibistanan dersa hilibjartî ye.
Em dizanin dersa hilbijartî ji bo zimanê kurdî têrê nake lê emê bi hev re hilbijêrin. Roja dawî 21'ê mehê ye. Malbat, dê û bav dikarin dersên kurdî hilbijêrin. Ez li vir carek din ji bo dersa hilbijartî bang dikim, bila malbat û xwendekar dersa kurdî hilbijêrin."