logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Ma em kurd kurdî dixwazin?

Gelo em kurd çiqas ji kurdî re amade ne? Ma em kurd dixwazin ku kurdî bi ser bikeve, bibe zimaneke fermî? Hewldanên me y

  • Dîrok: 15/09/2009
  • Beş: Serbest

Fêrgîn Melîk Aykoç

Dagirkerên welatê me dagir kirine, bi hemû hêz û derfetên xwe ve dixebitin ku pêşî li kurdî bigirin û kurdî têk bibin. Rê nadin tu derfetên fermî, yan jî nîv fermî. Di vê mijarê de li çavên bala cihanê û mirovahiyê dinêrin û bi rikî bişaftina tewan û rûreşiya mirovahiyê ye didomînin. Bêguman her mirovên dikane bi mirovî bifikire vê helwest û kujêriya dagirkeran, bi taybetî jî serkarên tirk şermezar dike. Bêguman dagirkeran têkbirina gelê kurd ji xwe re kirine armanc, lema ev tişteke zelal e. Ev tenê aliyekî rastiya rewş û malkambaxiya ku em tê de ne, ye.
Malkambaxiya herî mezin û şermezar:
Gelo em kurd çiqas ji kurdî re amade ne? Ma em kurd dixwazin ku kurdî bi ser bikeve, bibe zimaneke fermî? Hewldanên me yên di vî warî de gihîştiye çi radeyî? Gava li bakurê Kurdistanê destûra perwerdeya kurdî were dayîn, dê çend kes zarokên xwe bişînin dersên kurdî? Dema wekî zimanekî hilbijarte be, wê kesên zarokên xwe bişînin kurdî jî hebin? Li gelek welatên Ewropayê derfetên dersdayîna kurdî heye, çend kurd li van derfetan xwedî derketine? Yan jî çend kurdên qaşo welatparêz ji bo ku di cihê kurdî de dersên tirkî were dayîn, ketin nava hewldanê? Dema dersên kurdî hatin dayîn çend kurdan bi kurdî û mamosteyên dersên kurdî didin, henekê xwe kirine, ew piçûk dîtine? Çend kurd li der û di nava civakê de bi awayek dilkesirî behsa kurdî dike, lê di mala xwe de kurdî qedexe dike? Mirov dikane hê hêjmara pirsan zêdetir bike. Lê ev çend pirs tenê bes in. Ez van pirsan ne ji qehiran, ji ber hin azmûnên xwe yên bi salan dipirsim.  Ez ê hin rastiyên bê şirove û xemilandin li vir pêşkêş bikim:

1
Li hin bajarên Almanyayê ku lê dersên kurdî têkçûne, ez ê hin gotinên dê û bavên kurd, yan jî hin kurdên ev gotin bi awayekî serbilindî bilêvkirine, binivisînim, ku rastiya vê malkambaxiyê bikane were têgihîştin.
Gava li bajarê D. dersên kurdî dest pê kir, bi dehan kurdan ji bo hevalê me yê mamoste wiha gotin(em navên wan jî dizanin):
“Ji wî nayê dersa tirkî bide, ji bo peran dersa kurdî dide!”
“Lo kurdiya çi, ji bo maaşê xwe dixwaze ku zarokê me biçin dersa kurdî!”
“Jixwe zarokên me kurdî dizane, hewce nake ku were dersa kurdî!”
“De bi kurdî bixwîne bibe çi! Tirkî be, qet nebe, ji me re lazim e!”

Dema zarok neçûna dersa kurdî û mamoste jî xwe şaş bikira û ji dê û bavan re bigota; “zarokên we nayên dersa kurdî” jî, dê û bavan ev bersiv didan:
“Mamoste, de zarok e, nayê ez çi bikim!”
“Zarok naxwaze, ma ez dikarim bi zorê bişînim?”
“Mamoste lawik/kurik keçik nexweş e.” ( zarokên wan jî li der dilîstin)
“Mamoste ez dizanim, tu ji bo maaşê xwe hatiye dû zarokên min!”
“Mamoste tu li ser pişta zarokên me çiqas pere qezenc dikî?”

Dema dersên zimanê kurdî ji ber ku zarok neçûn, hatin îptal kirin, ew saetên kurdî jî bûn tirkî, yan jî ji tirkî re hat yadîgarkirin, mamosteyê dersên kurdî bû ogretman û dersên tirkî dan jî, Heman bavan vê carê ji bo heman mamosteyê wiha gotin:
“Law welahî ogretmenekî pir baş e! Dewleta alman du qat meaş bide wî jî hindik e!”
“Ew dixwaze ku zarokên me bibin merî!” (Mirov bi tirkî dibe mirov?!?! Hala hala!)
“Ogretmen bi Xwedê zarokên me di mal de jî tirkî dipyivin, em gelek kêfxweş dibin!”

Dema zarok rojekê  neçûna dersa tirkî, mamoste ji wan re bigota; çima zarokên te nayê dersa tirkî. Dê û bavan hima:
“Çawa nayê? Ez ê çavên wî/wê derxim! / Ez ê wî/ê bikujim!”
“Çawa nayê? Ez ê wî/ê têkim qurbana bin lingên te!”
Ev hevok ne li hev anînen min in. Ev bi taybetî jî rastiya kurdên Nordrhein-Westfallenê /Almanyayê ye. Ji devên wan derketiye. Li hin eyaletên din jî rewş wiha ne. Mînakeke balkêş jî; li Kölnê 40 hezar kurd hene, lê mamosteyekî nikane çel zarokî ji bo dersa kurdî peyda bike.
Bi dîtina min ev gotinên mirovên nijadkurd, mêjîtirk hemû rastiya piraniya kurdan li ber çavan radixîne. Ez pêdivî bi tu şiroveyeke taybetî nabînim, wê ji xwendewanan re dihêlim.

2
Mirov li vir Almanyayê ji kurdekî/ê bakurî re bibeje: “Bi min re ne bi almanî bi tirkî bipeyive.” Wiha bersiv dide: “Min bibexşîne, keremke, em bi tirkî bipeyivin!” Lê gava mirov xwe şaş bike û bibêje: “Ji kerema xwe, bi min re ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive?” Poz bilind dike, dixeyîde, dibe enternasyonalîst, çawa ku bi tirkî axaftina xwe şanaz be, yê dixwaze bi kurdî bipeyive biçûk bibîne, bi hêrs û awayekî qehirî dibêje: “Dîl evrenseldir Yahuuuu!” ango ziman gerdûnî ye. Ev tenê li hemberê zimanê kurdî tê bikaranîn. Çima gava mirov dibêje bi tirkî bipeyive, nabêjin “dîl evrenseldir?” Niha ev “ziman gerdûnî ye” jî çi ye? Ji ku derketiye? Kê bi vana ev daye ezberkirin. Çima bê kurdên bakurê Kurdistanê tu ferdeke cihanê vê vê hevoka qeşner bi kar nayne? Gava mirov ji almanekî/ê re bibêje. “Die Sprache ist Universal!” Wê berê bi awayekî matmayî li mirov binere û li pey jî bi mirov bikene.,, Yan jî wê ji mirovan re bibêje; “Bîst tu verrückt? (Tu dîn î, çi?)“

Li gel wê di nîqaşan de hin kes ji bo ku, bi kurdî nepeyîve, daku kurdî li wê cîhê nebe zimanê gengeşiyê. Vê hevokê jî bi kar tîne: “Dil bir araçtir” (Ziman amûrekî ye.) Li vir Almanyayê hima bigire bi hemû gelên cîhanê re dan û standinên min çêbûn. Hîç tu kes ji bo biçûkxistin, ji bo ku zimanekî neyê axaftin, ji bo ku mirov di divêtiya zimanê serdest bikaranînê de bimîne; hevokeke wiha bê wate û xapînok bi kar nayne. Gava, mirov rabe ji almanekî/ê re bibêje “Die Sprache ist ein Mitel!” Wê berê bi awayekî matmayî li mirov binêre û dûv re wê bi mirovan bikene. Ji ber ku di lîteratûra ewropayiyan de hevokek wiha tune. Ev herdu hevok afirandinên çepgirên tirk yên şovenîst in! Dema di navbera salên 1976-79 an de Tevgera Azadî li bakurê Kurdistanê wek bahoz berz û berfireh dibû, çepgirên tirk ji bo ku bikanin pêşî li Tevgera Azadî bigirin, kurdên di nava xwe de wenda nekin, li gel êriş û azînên cûda, li ser bingeh û armanca bişaftina kurdan (wekî serkarên xwe) ev herdu hevokên bê wate jî afirandin (dîl evrenseldir? Dil bir araçtir) û li serê me kirin bela. Bi taybetî jî kes û derdorên têkiliya wan bi çepgirên tirk re hebûn, yan jî hîna ew bîna genî ji wan tê, van hevokan bikartînin.

3
Ez di parastina hinek rastiyan de mirovek hinek rikhişk im, lema hin niviskarên pozbel ên li esmana difirin û heremparêz jî ji min hez nakin, li gel wê ez tim li pey lê û hûrkolîna me. Di festîvalekê de jî, ji ber vê rikhişkî û nûgeriya kironîk; kî rastê min hat û xwest bi min re bi tirkî bipeyive, ji bo ku ez bikanim berteka wî/ê bipîvim, min bi zanistî bi dengekî bi hêrs ji wan re wiha gotibû: “Heval bi min re bi kurdî bipeyîve, kampanya zimanê kurdî heye!“ Li ser vê bersiva min, hinek qaşo kurdan henekên xwe bi min kirin. Hinekan gotin; “Nijadperestiyê cih bihêle!” Çend kesan jî bi hêrs wiha gotin; “Ma ez mecbûrim ku bi kurdî bipeiyivim? Ez ji vir û bi şûn ve ne kurd im!” De were nebêje; “kurdekî wekî te hebe, dê çi dibe, tunebe, çi dibe?” Li hemberê van kesên bi kompleksa xwebiçûkdîtinê, du hevalên tirk û almanekî bi zimanê xweş û dostî wiha bersiva min dan: “Heval, gelek mixabin ku em kurdî nizanin! Xwezila me bizanîba!” Min jî li hember vê helwesta wan ya dostî û camêrî, bi dileke xweş û spasdar; “berxwidar bin” gotibû.

4
Navên saziyan tev bi kurdî ne, lê naverok û ziman bi tirkî. Gelek rewşenbîrên almanan ku dostên kurdan in, dibêjin: “Em we fêm nakin, hûn dibêjin em kurd in, navê saziyên we jî kurdî ne. Lê ji axaftinê bigire hetanên pirtûkxanên we tev bi tirkî ne. Ev jî çi ye?“
Êdî zarokên dibin, navê wan bi kurdî tê lêkirin, lê zimanê wan bi tirkî. Ango zarokên nav Bêrîvan, Berfîn, Sîdar, Sîpan bi tirkiya Kemal Sûnal, Şener Şen, Bîlo dipeyîvin, lê kurdî nizanin.  Dê û bavên wan bi serbilindî wiha bang dikin: “Ayyy Berfîncigim*, Sîpancigim!”
Ji ber wê nûgeriya xwe ya kronîk ez bi sedan zarokên kurdan yên bi kurdî nizanin re peyivîme. Gişt wiha dibêjin: “Amca** bav û diya min kurd in, lê ez tirk im!” Li hember vê şirova min: “Gava dê û bavê we kurd be hûn jî kurd in!” jî wiha bersiv dan: “Na amca dê û bavê me nexwestin ku em bibin kurd, lema bi me re bi tirkî peyivîn û em bûn tirk.”
Ev tirkên bi destê dê û bavan hatine tirk-kirin, wê tu carî berê xwe nedin kurdî, lew re di giyan û psikolojiya wan de, ew êdî ji çîna bindest filitîne û ketine nava çîna serdest.
Bi kurtî û gotineke gelek vekirî: Hetanê; çawa Wolfgang û Hans bi almanî, Gokay û Tansû bi tirkî dipeyivin, kengê Berfîn û Sosin jî bi kurdî bipeyîvin, dê em ê bizanin ku kurd ji kurdî hez dikin û kurdî dixwazin.


5
Gelek YAZARên*** nijadkurd hene,  çîrok, pêkenok, henek, bi giştî berhemên çanda kurd bi zimanê tirkî dinivisînin, ji wêjeya tirkî re dikin mal, pirtûxeneyên wan û gencîneya peyvên wan dewlementir dikin. Ango çawa ku dewletên dagirker zengîniya ser û bin erdê welatê me talan dikin, hin TURKUCUyên*** (stranbêj) nijadkurd stran û kelepora muzîka me talan dikin, dikin xizmeta tirkî, ew jî hemû berhemên folklorîk û wêjeyî talan dikin û dikin xizmeta tirkî û bi alikariya wan zimanê tirkî bi kurdan şîrîntir dikin.
Hin nivîskarên bi kurdî dinivisînin jî hîn pirtûkên wan ên bi kurdî negihîştiye ber destên xwendewanan, tirkiya pirtûkên wan derdikevin. Eh jixwe yên kurdî dixwînin kêm in, bi derketina tirkî re hîç li orjînalên wan ên kurdî jî nanêrin. Ev jî ne rasterast jî be, formeke xizmeta zimanê tirkî ye.
Zarokên gelek kesên xwe “ez-navend” dibîn, kesên bi kurdî dinivisînin, mamostetiya kurdî dikin yek gotineke kurdî nizanin. Di nava malên wan de kurdî nayê axaftin. Heta gava mirov di malê wan de hewl bide ku li kurdî biaxive hêrs dikevin.

Mirov dikane mînakan hê zêdetir bike. Mirov bi kîjan aliyê ve li vê rastiyê dinêre, binêre bi hêsanî malxirabiya ji ziman revînê dibîne. Lema divê em berê ji xwe bipirsin: Gelo em kurd bi xwe KURDÎ dixwazin?”
Dibe hin xwendevan min wekî kesekî reşbîn jî bibînin! Na birano, rastiya me ev e. Ez hêvî dikim ku li ser vê mijarê nîqaşeke vebe.

Têbinî:

* “Cî”: Di zarava kirmanckî de heşa tê wateya “gu” cigim = ciyê mi(n) yanê bi awayeke bê heya li zarokên xwe heqaret jî dikin. “di nivisandinê de eyb tune, lema min nivisî” 
** Amca: Ev jî navdêrekî pir eyb e, gava mirov kîteyan ji hev biqetîne hîn têdigihîje, ka tê çi wateyî “am – ca” lema ez vî navdêra wekî heqaret dibînim.
*** Ji ber ku Yazar  bi zimanê serdestan dinivîse, xwe mezin radibihîse, lema min mezin nivisî. Turkucu jî her wisa.

capanik51@hotmail.de

***

Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

 

- Nivîskar û bêlayanî

- Niviskar û Yazar
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan

- Şîrîn yan Şêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor

- Şîrîn yan şêrîn?

- Mehîra rewşenbîrî

- Ziman û Têgînên Futbolê

 

***

 

Têbiniya Diyarnameyê: Ev mijareke girîng e nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç aniye ziman. Di vî warî de gotin û dîtinên we hebin em li benda gotarên we ne.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hin çalakiyên dawiya vê hefteyê

ad

Li ser qezaya 'Tîtanîka Duyemîn' hin not

ad

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

ad

'Mem û Zîn' a Pîremêrd hat çapkirin

ad

Djokovic dîroknivîsînê didomîne

ad

W li ser Feqiyê Teyran disekine

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname