Diyarname
Li ser jiyana siyasetmedara kurd Aysel Tugluk kurtefîlmekî hat amadekirin. Kurtefîlm niha li ser youtube di weşanê de ye. Yên bixwazin dikarin lê temaşe bikin.
Rojnameger Mehveş Evin û derhêner Nesrin Olmez kurtefîlm amade kirine. Projeya SES Eşitlik ve Dayanişma Dernegi barê kişandinê girtiye ser xwe û belgefîlm niha bi ser youtube re bê pere dikare bê temaşekirin.
Siyasetmedar Aysel Tugluk temena xwe di nav siyasetê de derbas kir û di vê kêliyê de bi salan girtî jî ma. Kurtedemek berê ji ber tendurisiyê hat berdan. Di kurtefîlmê hatiye kişandin de jiyana Tugluk û xebata wê hatiye pêşkêş kirin.
Fermo ew kurtefîlm…


