MÊRDÎN (DÎHA)
Li Nisêbînê bi qedexeya derketina derve le tîmên taybet û polîsan bi çekên giran êrîşî taxa Koçeran kirin û di êrîşan de welatiyê bi navê Ahmet Sonmez (50) hate qetilkirin, Musa Akçîn (75) jî hate birîndarkirin. Heyeta ku parlamenterên HDP'ê jî di nav de ye nahêlin bikevin navçeyê.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku qedexeya derketina derve didome duh bi şev polîs û tîmên taybet bi çekên giran ve êrîşî taxa Koçeran kirin. Di êrîşan de welatiyê bi navê Ahmet Sonmez ê 50 salî jiyana xwe ji dest da, Musa Akçîn ê 75 salî jî birîndar bû. Hate hînbûn ku cenazeyê Sonmez hê jî li malê ye û ne cîran ne jî malbat nikare xwe bigihînê.
Welatiyên taxê bi çalakiya dengderxistinê û tîlîliyan ve êrîşê şermezar dikin û li taxên Koçeran, Abdulkadîr Paşa, Dîcle û Yenîşehîrê berxwedana gel didome.
Li aliyê din hate hinbûn ku tîmekî taybet jî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Heyet hate astengkirin
Parlamenterên HDP'ê Gulser Yildirim û Alî Atalan jî di nav de heyata ku hatibû jî 16 saetan hatibûn astenkirin û destur nehatibû dayîn piştre çûbûn navçeyê lê careke din hatibûn astengkirin. Îro jî parlamentera HDP'ê Enîse Guneylî, namzetê HDP'ê Erol Gurel jî di nav de heyeta hate navçeyê jî hatin astengkirin. Sekna heyetan a li noqteyên cuda yên Nisêbînê didome.