Diyarname
Wekîlên Koma HEDEP'ê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç "Pêşniyarnameya Lêkolînê" da Meclisa Tirkiyeyê ku li ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî lêkolîn bike. Lê bi dengên AKP û MHP'ê pêşniyarname hat redkirin.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî rojek wekî îro, roja 29'ê sermaweza 2015'an li Amedê,li ber Minareya Çarling hat kuştin. Ji wê rojê de kujer an kujerên wî nehatiye/ne dîtin.
Îro Beştaş û Oluç ji bo dîtina kujer an kujeran pêşniyar name dan Meclisa Tirkiyeyê. Li ser vê di meclisê de nîqaş çêbûn. Mebûsê HEDEP'ê yê Mêrsinê Ali Bozan Elçi got, "Ev 8 sal in desthilatariya AKP'ê kiryarên vê kuştinê ku li ber kamerayan çêbû nedêtine." Bozan bal kişand ser gotina Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ku gotibû, "Tahir Elçi bûye qurbanê kuştineke siyasî" û got, "Erê ev kuştineke siyasî ye. Liber çavên mîlyonan çêbû. Di dema komkujiyê de kamerayên polîsan qeyd dikir, lê paşê derket holê ku 13 çirkeyên ku vê kêliyê n^şian didin winda ne. Baş e, ev qeyd çawa winda bû? Li ku ye? Em carek din bipirsin: Ev qeyda 12 saniyeyê ku kuştina Tahir Elçi nîşan dide li ku ye? We çi bi qeyda kamerayê kir?"
Beştaş ku di meclisê de axivî got, "Heta ku hûn kujerê Tahir nebînin faîl (kiryar) hûn in. Hûn kujerî diparêzin."