Diyarname
Îro erebeya HDP'ê ku mebûs3en wan Omer Ocalan, Dersim Dag, Nusrettin Maçin û endamên partiyê têde diçûn balafirgehê, qeza kirin. Erebeya HDP'ê û taksiyeke li Çankaya Enqereyê, li xaçerêya Milli Kutuphaneyê li hev qelibîn. Ajokarê teqsiyê mir, mebûsên HDP'ê birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Mebûsên HDP'ê li nexweşxaneyê girtine bin kontrolê.
Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sincar peyama sersaxiyê belav kirin.


