Diyarname
Otobuseke aîdê kompaniya Star Diyarbakir dema ji Amedê dê biçûya Bodrumê li navçeya Dînar a Afyonkarahisarê qulubî. Di qezayê de 8 kes mirin, 37 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Walîtiya Afyonkarahîsara Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku di otobusê de 40 kes hebûne, piştî ajokar serdestiya ajotinê winda kiriye eotobus ji rê derketiye.
Li Rihayê jî qeza çêbû
Duh li ser rêya Amed-Rihayê jî otobuseke Amedê qeza kiribû. Otobusa aîdî Bariş Diyarbakir qulubî bû. Di vê qezayê de 4 jê bi giranî 30 kes birîndar bûbûn.