Diyarname
Kovara Wêje û Rexne bi hejmara xwe ya duyemîn, ya mehên gulan-hezîran-tîrmeh-tebaxê derket pêşberî xwendevanan. Edîtoriya kovarê Dawîd Yeşîlmen û Abdullah Çelîk dikin ku yek ji kurmancî, yek jî ji kirmancî (zazakî) berpirs e. Kovar 4 mehan carekê derdikeve.
Kovar bi gotara romannûs û rexnegirê kurd Eta Nihayî ya li ser rexneya edebî ya kurdî dest pê dike ku gotar ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî ji bo kurmancî hatiye amadekirin. Besam Mistefa ku heta niha gelek pirtûk ji soranî ji bo kurmancî amadekirine di vê hejmarê de bi wî re jî hatiye kirin.
Dosyaya vê hejmarê li ser “Di wêjeyê de mirov û diyardeyên mirovî” hatiye amadekirin. Gelek gotar di derbarê avakirina qerekteran, têkiliya nivîskar û xwîneran de hatine pêşkêşkirin. Di dosyeyê de nivîsên Î. Seydo Aydogan, Haşim Ahmedzade, Joanna Bochénska, Emîn Aslan, Osman Deştî, Dawid Yeşîlmen û Brahîm Ronîzêr cih digirin. Her wiha nivîsên Christina Allison, Edward W. Said, Virginia Woolf û Sonja Galler jî ji bo dosyayê hatine wergerandin.
Di kovarê de bi sê zaravayên kurdî jî nivîs hene. Lêkolîner Ehmed Kirkan, Rohelat Aktulum, Ozlem Akkan bi kirmanckî, Hemê Mentik û Osman Deştî bi soranî, Emîn Ebdulqadir, Gernas Roderîn, Mesûd Serfiraz, Bawer Berşev, Tahir Urper, Şukru Kilinç bi kurmancî nivîsandine. Dîsa nivîsa Birgit Ammann a li ser romana Kamiran Alî Bedirxan Der Adler Von Kurdistan, nivîsa Sureyya Bedirxan a li ser edebiyata klasîk û populer a kurdî û Poetîkaya Aristoteles li kurmancî hatine wergerandin û di kovarê de cih digirin.
Di vê hejmarê de nivîskar û rexnegirê kurd, kedkarê rojnameya Rya Teze Emerîkê Serdar wekî nivîskarê rûmetê hatiye hilbijartin. Di vê çarçoveyê de kurtejiyana wî, nivîseke wî ya kevin û hevpeyvîneke taybet ya bi wî re di kovarê de cih digire.
Edîtorên kovarê diyar kirine ku dê hejmara xwe ya sêyemîn li ser 'Di wêjeya kurdî û ya cîhanê de sînorên erdnîgarî, hişî, zimanî û nasnameyî' de amade bikin û gotine kesên ku bixwazin di vî warî de ji bo wan binivîsin divê heta 10'ê tîrmeha 2014'an nivîsa xwe bigihînin ber destên wan.