Diyarname
Sînemager, vesazkar û edîtkar fîlman Erhan Ors roja 5’ê pûşpera 2022’yan hat binçavkirin. Piştî binçavkirina 8 rojan ew girtin û pêşî şandin Girtîgeha Metrîsê, dûre şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Ors nameyeke şandiye û dibêje “Ji ber xebatên sînemayê sûc li ser wî bar kirine û girtine.”
Erhan Ors vesazkarekî kurd e. Wî heta niha vesazkirina (edîtkirina) gelek fîlm û belgefîlman kiriye. 2 meh berê ligel gelek kesên din hat binçavkirin û ew hat girtin. Ors niha nameyek ji bo Ku-Da’yê (Kurgucular Dayanişmasi - Piştgiriya Vesazkaran/Edîtkaran) şandiye û di nameyê de qala rewşa xwe kiriye.
Ors dibêje ku di sala 2018’an de di belgefîlmekî de kar kiriye û ji ber ku derhênerê belgefîlmî endamê komeleyê bûne ew jî wekî endam nîşan dane, di 40 rûpelên îfadeyên emniyetê de 35 rûpel li ser komeleyê ne û bi kopî bike, pêve bike, bi sûcdariyên ecêb ew hatiye sûcdar kirine.
Edîtkar Ors diyar kiriye ku 5 rûpelên din li ser xebatên ew li ser xebitîne ne û pereyên ku girtine ne. Ors wisa gotiye, *Di van 5 rûpelan li ser belgefîlm gotinên sûcdarî hene. Heqdestê xwe yê ku min ji belgefîlmkaran girtiye jî wekî delîlê sûcê nîşan dane. Ez nizanim heta niha edîtkarekî bi sûcdariyeke bi vî rengî re rû bi rû maye yan na, lê ez vê sûcdariyê red dikim. Dîsa meseleya duyem jî, di sala 2019’an de di projeya fîlmekî de ku ez bi xwe jî yek ji sazkaran bûm, min pere şandine ji bo sînemageran, ev transfera pereyan jî wekî sûc nîşan dane. Ev sînemagar eşkere li kedkarên sînemayê ne.”
ELETEWŞÎ
Ors dibêje ligel van sûcdariyan tiştek din a eletewş heye û van lê zêde dike, “Di sala 2015’an de ez di projeya belgefîlmekî bi navê ‘Çirilçiplak’ (Çîptazî) de xebitîm. Ji ber ku belgefîlmê ‘Bakur’ hat qedexekirin, gelek berheman boykot çêkir ku ev belgefîlm jî ji bo beşdarî boykotê bibe bi paş ve hat kişandin. Ji min dipirsim ku çima beşdarî vê boykotê bûye. Derhênerê fîlmî, sazkarê fîlmî diyar e, ew li derve ne lê van pirsan wekî sûcdarî ji min dikin.”
Ors ji Ku-Da’yê re gotiye ku ew wekî yek ji endamê vê xebata piştgiriyê ye û xwestiye ew ji wî hîn bibin ku mesele çi ye, loma ev name şandiye û gotiye, “Ez hêvî dikim li hemberî sansura li ser sînemayê, li hemberî zordarî û qedexeyan ev name dê bi fêde be.”
DIVÊ ORS BIGIHÎJE AZADIYA XWE
Li aliyê din Sendîkaya Sînema Televîzyonê ku nameya Erhan Ors bi ser hesabê xwe yê twitterê re belav kir dibêje ku kirîmînalîzekirina berhemên fîlman û xebatên ji bo fîlman wekî sûc nîşandayîn êrîşa li hemberî azadiya ramanê ye û em vê yekê wekî gaveke tirsiyar dibînin.
Sendîkayê gotiye ku fikra wan ew e ku dê zûtir demê de Erhan Ors bigihîje azadiya xwe û diyar kiriye ku Erhan Ors ne bi tenê ye.
Erhan Ors kî ye?
Sînemager Erhan Ors ji Wanê ye û li Stenbolê dijî. Ev bi salan e di nav xebatên sînemayê de cih digire. Ji bikaranîna kamerayê hate montajê gelek kar kiriye. Ji kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj heta belgefîlman, di gelek xebatan de cih girtiye. Fîlmên ku ew têde xebitî ji Festîvala Fîlman a Stenbolê bigire heta Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê li gelek festîvalan hatin nîşandayîn.
Serê meha pûşperê di operasyoneke li hemberî Komeleya Goçîzderê de gelek kes hatin girtin ku Erhan Ors jî di nav de bû.


