Diyarname
2'yemîn Fûara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin îsal di navbera 17-22'yê gulanê de li Sumerparkê li dar dikeve. Gelek panel, gotûbêj, xwendina helbestan hene. Diruşma îsal "Azadî" ye.
Îsal 72 weşanxaneyên kurd û tirk beşdarî fûarê dibin, li dor 80 çalakî hene. Roja 17'ê mehê saet 12'yan de bi beşdariya Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli dê fûar dest pê bike. Fûar yekemîn car nivîskarekî wekî Mêvanê Rûmetê diyar dike ku îsal helbestvan Ehmed Huseynî ji bo vê pênaseyê hatiye hilbijartin.
Li gor agahiyên ku me ji amadekarên fûarê girtin ev weşanxaneyên kurd beşdarî fûarê dibin (li gor rêza alfabetîk9: Weşanên Apec, Ar, Aram, Ava,Avesta, Belkî, Do, Goran, Hîva, J&J, Lîs, Lorya, Nûbihar, Peywend, Roşna,
Sîtav, Vate.
Her wiha Weşanên Evrensel (bi kurtî û tirkî weşanê dike) jî standê vedike. Komeleya Nivîskarên Kurd, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hin ji saziyan in ku dê standê vekin.
Di kovarên kurdan kovarên wekî Zarema, Kurt Tarîhî, Toplum Kuram, Dîpnot, Wêje û Rexne, Roza û Parzemîn jî dê standê vekin û nasandina kovara xwe bikin.
Têbiniya Diyarnameyê: Agahiyên din ên ser fûarê di rojên pêş de emê biweşînin.
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


