Lokman POLAT
Nivîskarekî kurd du çîrokên cuda ku têkiliya naveroka wan bi hev re tune bû, bi hev pîne kiribû û jê pirtûkek derxistibû û navê wê kiribû roman. Niha nivîskarekî din ê kurd sê çîrok bi hev ve kiriye û navê wê daniye roman. Gelo ji pînekirina çîrokan roman pêk tê yan na? Divê xwendevan û bi taybetî jî edebiyatnas û edebiyatzan û her wiha rexnegirên edebiyatê minaqeşeya vî tiştî bikin.
Niha em li pirtûka Dilawer Zeraq a bi navê “Mirina Bêsî” binêrin. Gelo ev pirtûk roman e yan na? Ez ê derbarê wê de dîtinên xwe pêşkêşê xwendevanên kurdî bikim. Dibe ku ez di dîtinên xwe de şaş bim, lewre jî ez hêvîdar im hinekên din jî derbarê wê de dîtinên xwe bînin zimên, wê binirxînin û li gor dîtina xwe destnîşan bikin ka ev pirtûk roman e yan na?
Temaya romana “Mirina Bêsî” a bingehîn “windabûn” e. Ango windabûnên ku bi destê hêzên tarî yên dewleta kûr ve pêk dihatin û ji alî wan ve gelek kuştinên qesas nediyar lê ji alî kurdan ve ew qesas diyar bûn. Di pirtûkê de çîroka windabûn û kuştina siyasetmedarê kurd Wedat Aydin ku ji alî Jîtemê ve hat revandin û kuştin heye.
Di pirtûkê de sê çîrokên jiyan û serboriya sê kesan ji hev cuda hatiye qalkirin û hersê çîrok bi hev ve hatine pînekirin û wekî roman hatiye binavkirin û ji xwendevanan re hatiye ravekirin. Di nav van hersê çîrokan de tu hevgirêdan tune ye, tiştên wan ên hevbeş tune ne, bi hev re têkildar nîn in, li hev nehatine honandin, wisa be ew çawa dibin romanek?...
Pirtûka bi navê “Mirina Bêsî” berdewama pirtûka bi navê “Şevên Winda Wêneyên Meçhul” e. Di wê pirtûkê de jî mijara windabûnê heye û naverok li ser vê mijarê ye. Lehengê wê pirtûkê du jin in. Yek jineka tirk e û yek kurd e. Ew bi tesadufî di çalakiyeke jinên dayikên windayan -ku ji wan re “Dayikên Şemiyê” dibêjin- de hev dinasin. Di nav wan de empatiyek, dostaniyek pêk tê.
Zimanê nivîskar baş e, lê belê hinek peyvên herêmî tê de hene. Metoda nivîsîn û forma wê nûjen e. Lihevûdu hunandina çîrokan baş e lê belê berhem ne di forma romanê de ye. Bûyerên rasteqîn di berhemê de cih girtine û ev jî rengê realîzma civakî dide berhemê.
Di her du pirtûkan de jî bûyerên rasteqîn ku bi rastî jî li bakurê Kurdistanê pêkhatine hatiye qalkirin û lewre jî mirov dikare ji bo van her du pirtûkên ku ji çîrokên cuda pêk hatine û wekî roman hatiye binavkirin re bibêje du pirtûkên sosyal realîst ku çîrokên li gor ekola realîzmê û bi şêweya ziman û hunera kubîzmê hatine afirandin.
Mijara ku nivîskar di her du pirtûkên xwe de girtiye destê xwe mijareke girîng e. Ev mijar, bûyerên windabûnê û kuştinên qesas nediyar di dîroka kurdan a nêzîk de cih girtiye û di pêvajoya şerê qirêj ku dewletê li hemberê gelê kurd pêkanî bû, ketiye nav rûpelên dîroka kurd û Kurdistanê. Li ser vê mijara girîng divê hêj gelek pirtûkên din, çîrok, roman, helbest û şano bêne nivîsîn û lêkolînên berfereh bêne kirin.
Nivîskar Zeraq bi çîroknivîsînê dest pê kir. Pirtûka wî ya yekem a çîrokan bû û navê wê “Kakil” bû. Dema ev pirtûk derket min nivîseke nirxandinê derbarê wê de nivîsî û min bi erênî ew nirxand. Piştî deh salan ez li ser pirtûkek wî ya din ku ew wekî roman bi nav dike, dinivîsim û rexne dikim, dibêjim ev ne roman e. Xwezî wî çîroknivîsîna xwe bidomanda û derbasê romanivîskariyê nebûya. Diyar e ew di romanivîskariyê de bi ser neketiye, lê di çîroknivîsînê de serketiye.
Wekî ku di destpêkê de jî min got û ez carek din dubare dikim; Helbet ev dîtinên min in û dibe ku li gorê hinekan ev dîtinên min nerast bin, şaş bin. Bila Dilawer Zeraq jî ji bo van dîtinên min yên derbarê pirtûkên wî de xwe aciz neke. Tu niyeteke min a xirab li hemberê wî, kesayetiya wî nîn e. Ez ji farqîniyan hez dikim, gelek farqînî kedkarên çand, ziman û edebiyata kurdî ne. D. Zeraq jî ji wan kedkaran yek e. Ji bo pêşveçûna çand, ziman û wêjeya kurdî gelek xebatên wî ên hêja çêbûne.